Li ser komkujiya Pirsûsê bi tenê dozek hatiye vekirin, lê ew jî veşartî tê meşandin

Der barê êrîşa li Pirsûsê de bi tenê dozek hatiye vekirin. Ev doza li hemberî Midûrê Emniyetê yê Navçeyê, ji raya giştî tê veşartin. Parêzerên mexdûran bi tesadûfî bi dema rûniştina dozê hesiyan.

Der barê êrîşa li Pirsûsê de bi tenê dozek hatiye vekirin. Ev doza li hemberî Midûrê Emniyetê yê Navçeyê, ji raya giştî tê veşartin. Parêzerên mexdûran bi tesadûfî bi dema rûniştina dozê hesiyan.

Lêpirsîna li ser Komkujiya Pirsûsê, ku 33 şoreşger lê hatin qetilkirin, hê neqediya ye. Ji ber biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê, nayê zanîn lêpirsîn di kîjan astê de ye. Doza li hemberî Midûrê Emniyeta Navçeyê yê wê demê Mehmet Yapalial hatiye vekirin, hewl tê dayîn ji malbatê, parêzeran û raya giştî veşartî bê meşandin.

Der barê Yapalial de bi sûcdariya "wezîfeya xwe nebaş bi cih aniye û xemsariyê" li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Pirsûsê doz hat vekirin. Rûniştina destpêkê ya dozê wê di 22'ê Îlonê de pêk were. Lê belê dadgehê ji Serdozgeriya Mûglayê ku Yapalial piştî komkujiyê li vî bajarî hat wezîfedarkirin, nivîsek şand û xwest îfadeya wî bê girtin. 1. Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê jî biryar da, di 14'ê Tîrmehê de îfadeya Yapalial were girtin.

Her du dadgehan jî ti agahî nedan parêzerên malbatên şehîd û gaziyan, ku aliyekî vê dozê ne. Parêzer ji UYAP'ê hîn bûn ku îfadeya Yapalial wê di 14'ê Tîrmehê de bê girtin.

Ji parêzerên Platforma Edalet ji bo Pirsûsê Gulhan Kaya li ser mijarê axivî û diyar kir, ji bo îfadeya Yapalial di rûniştina 22'ê Îlonê de bê girtin wan daxwazname radestî dadgehê kirine, lê belê agahiyek li ser encama vê daxwaznameyê jî ji wan re nehatiye dayîn.

Kaya got, "Bersûc Yapalial wê cara yekemîn derkeve pêşberî dadger. Me xwest, dadgeha biryarê bide li bersûc guhdarî bike. Lê belê bersiv ji vê daxwaznameya me re nehat dayîn." Kaya da zanîn, ew ê bixwazin bersûc Mehmet Yapalial tevlî rûniştina 22'ê Îlonê ya li Pirsûsê bê kirin û got, "Li aliyekî doza li ser komkujiyê jî hê nehatiye vekirin. Tevî vê yekê biryara nepenîtiyê hatyie dayîn. Yek ji berpirsyarên komkujiyê wê derxîne pêşberî dadgeriyê. Lê belê dixwazin vê yekê ji me veşêrin."

Kaya bal kişand ser bendewariya civakê û malbatên Pirsûsê ya ji bo edaletê û anî ziman, ew ê di 14'ê Tîrmehê de biçin Mûglayê û di dema girtina îfadeya bersûc de li dadgehê amade bin. Kaya wiha pê de çû: "Mafê me ye em pirsan ji bersûc bipirsin. Ji bo bikaranîna vî mafê xwe, em ê li rûniştinê amade bin. Em ê cara yekemîn, yek ji berpirsyarên komkujiyê bibînin."

Parêzer Gulhan Kaya bibîr xist, 20'ê Tîrmehê yekemîn salvegera komkujiyê ye û got, "Daxwaz û bendewariya malbatan ji bo edaletê hene. Lê belê hê gavek bi tenê jî nehatiye avêtin. Doza li hemberî Midûrê Emniyeta Pirsûsê hatiye vekirin, bêguman têrê nake. Em dixwazin hemû berpirsyarên komkujiyê werin darizandin û cezakirin. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin."