Li Bexdayê teqîn: 11 mirî, 32 birîndar

Li navçeya Reşîdiye ya li bakurê Bexdayê, di encama teqîna wesayîteke bombebarkirî de 11 kes mirin, 32 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Reşîdiye ya li bakurê paytexta Iraq Bexdayê, danê vê sibehê wesayîtek bombebarkirî li hala zebzeyan hat teqandin. Di êrîşê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn. Hê kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê.

Li Bexdayê, di 3'ê Hezîranê de di encama êrîşa bombeyî ya li Kerade de 292 kes miribûn, bi sedan kes jî birîndar bûbûn.