BI DÎMEN

Aldihi: Hikûmeta AKP'ê alîgirê terora li herêmê ye

Lêkolîner-Nivîskar ê Misirî Neşet Aldihi, li ser têkiliyên hikûmeta Tirk ên bi Misirê re, bersiv da pirsên ANF'ê.

Lêkolînerê Misirî Aldihi bal kişand ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo komên terorîst ên li Rojhilata Navîn û diyar kir, armanca vê yekê tinekirina destketiyên Kurdan e. Aldihi işaret bi nakokiya nêzîkatiya hikûmeta Tirk a li Misirê kir û got, "Gelê Misirê ji van dek û dolaban, ji van hewldanan mezintir e û gel van ji hev derdixîne."

Hewldanên hikûmeta AKP’ê yên di demên dawiyê de, weke lêborîn xwestina ji Rûsyayê û belgekirina hevpeymana bi Îsraîlê re, nîşaneyên vê yekê ne ku hikûmeta Tirk di rêyeke ne diyar de dimeşe. Bi taybetî ev hewldan piştî daxuyaniyên di qada navneteweyî de, yên bi zimanekî tûj û pêşî li ber gelek nerihetiyên tund vekirin, hatin. Hîn jî ev seneryoya ji nû ve belgekirina têkiliyên xwe bi hinek dewletên weke Misir û Sûryeyê re dewam dikin. Ji bo xwe ji ber devê kêrê derbixe û hinekî be jî tekîliyên xwe bi van dewletan re nerm bike. 

'TIRKIYE YEKEM PARÊZVANÊ TERORÊ YÊ LI HERÊMÊ YE'

Lêkolîner-Nivîskar ê Misirî Neşet Aldihi, li ser têkiliyên hikûmeta Tirk ên bi Misirê re, bersiv da pirsên ANF'ê.

Aldihi got, "Ev têkilî ne gengaz e vegere weke berê. Ji ber ku hikûmeta Tirk xwe gelekî mezin dît û hemû têkiliyên xwe yên li Misirê bi camaeta Îxwan Almoslîmîn ve girê da. Tê zanîn Îxwanan jî xwestin Nîl û Misirê bikin pira xwe ya di heremê de ji bo çemka xwe têde zal bike."

Aldihi bal kişand ser daxuyaniyên nakok ên Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê hikûmetê Yildirim, ku her yek ji wan tiştekî ji yê din cihê dibêje û wiha axivî: "Yildirim gotibû ew li ser zêdekirina dostan û kêmkirina dijminan dixebitin. Lê belê Erdogan di heman mijarê de gotibû bi Misirê re ti têkîlî tine ne. Ev tevlîheviya di daxuyaniyê de gûmanan der barê niyeta hikûmeta Tirk de zêde dike. Lê belê di rastiyê de hikûmeta Tirk alîkariyên madî û lojistîk ji bo grûbên terorîst rê dike û sînorên xwe ji wan re vedike, ji bo derbasî Sûriyeyê bibin û vegerin. Her çiqas ji aliyê navdewletî ve Tirkiye hatibe hişyarkirin jî, Tirkiye di vehewandin û desteka ji bo komên terorê yên li herêmê de weke dewleta yekem e."  

'ERDOGAN SERÎ LI POLÎTÎKAYÊN ZEXEL DIDE'

Neşet Aldihi di dewama axaftina xwe de ragihand, ku Erdogan bi hewldaneke zexel xwest Sîsî û gelê Misirê ji hev veqetîne û bide diyarkirin ku di navera gel û hikumeta Misir de şîlo bûn heye. Aldihi got, "Lê belê gelê Misirê ji van lîstok û hewidanan mezintir e û nayê xapandin." Ne gengaz e hikÛmet û gelê Misirê ji hev were cuda kirin, ji ber ku Serokkomar û hikûmeta Misirê ji aliye gelê Misirê ve hatiye hilbijartin. 

'DIVÊ MAFÊN KURDAN BÊN DAYÎN'

Li ser destwerdana Tirkiye ya li nava kar û barên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê Aldihi got, "Ev destwerdan di bin sedema zêdekirina hevrikiya di navbera pêkhateyê li herêmê. Mafê Kurdan e ku xwe li gor şêwazê ku ew ji xwe re guncaw dibînin, bi rêxistin bikin. Divê Tirkiye mafên Kurdên li Tirkiyê jî bide wan û êrîşan li ser Kurdan kêm bike. Bi taybet piştî rakirina mafê destnedana parlementerên HDP’ê."

Tê zanîn ku tekiliyên Tirkiye û Misirê piştî şoreşa 30’ê Hezîranê li Misirê têk çûn. Ku di encama vê şoreşê de Sîsî weke Serokkomar hate hilbijartin û dawî li desthilatdariya Îxwan Almoslimîn hat anîn. Ji wê demê ve Erdogan ew destek kirin û deriyê Tirkiyê ji wan re vekirin. Hemû alikariyên madî, lojîstik, ragihandin ji wan re pêşkeş kir û derxistana Mihemed Mursî yê ku weke Serokkomar hatibû hilbijartin, ji zindanê diparêze û destek dide.