Hêzên dewletê dixwazin hunermend Kemal Amed bi zorê binçav bikin
Li Mereşê, leşkerên Tirk hewl didin bi zorê hunermend Kemal Amed ê piştgiriyê dide berxwedana Teroyan binçav bikin. Çalakger li dijî vê hewldanê derdikevin.
Li Mereşê, leşkerên Tirk hewl didin bi zorê hunermend Kemal Amed ê piştgiriyê dide berxwedana Teroyan binçav bikin. Çalakger li dijî vê hewldanê derdikevin.
Di çarçoveya berxwedan li dijî avakirina kampa ji aliyê AFAD’ê ve li herêma Teroyan a Mereşê de ku Elewî lê dijîn, îro bi fermana Walîtiyê konê berxwedanê yê ku ev 110 roj bûn vekirî ji aliyê leşkeran ve bi zorê hate rakirin. Piştgiriya ku ji bo berxwedanê her ku diçe mezin debe. Hunermend Kemal Amed çû ziyareta berxwedan ku li baxçeyê Mala Cem a ku li Teroyan dewam dike, ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin. Jinên ku rê nedan Amed binçav bikin despêkê deriyê Mala Cemê girtin û rê nedan ku leşker bikevin Mala Cemê. Piştre gel ê ku razî bûn ku îfadeya Amed di nava gel de bigirin rê da ku hunermend Amed derkeve ji der ve. Lê bi derketina ji der ve re leşkeran diyar kir ku divê îfadeya Amed li qereqolê bi girtin û kirin binçavan. Di pêşengtiya jinan de gel pêşiya wesayîtên leşkeran girtin, rê nadin ku Amed bibin qereqolê.
Rewşa aloz a li Teroyan dewam dike. Jin bi tilîlî û çepikan leşkeran protesto dikin.