Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan dewam dikin
Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê û li Den Haag a Hollandayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hatin vedan.
Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê û li Den Haag a Hollandayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hatin vedan.
Çalakiya li Leverkûsenê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin, polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê hatin teşhîrkirin û şermezarkirin. Çalakgeran li ser polîtîkayên Elman ên li hemberî Kurdan û siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî, agahî da mirovên li derdorê. Di çalakiyê de polîtîkaya hikûmetê hat rexnekirin û daxwaza guhertina vê polîtîkayê hat kirin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û bi armanca şermerzarkirina faşîzma AKP'ê pankart hatin vekirin. Konê agahdarkirinê wê îro jî saet di navbera 17:30-20:00 de li ber avahiya Şaredariye ya Leverkûsenê vekirî be.
DEN HAAG
Çalakiya Den Haagê jî li navenda bajêr didome. Çalakî duh ji aliyê endamên Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hat meşandin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin û di vê der barê de belavok li derdorê hatin belavkirin.