Kalkan: Divê ciwan ref bi ref biherikin nava gerîla

"Bila ti kes ji derewên wan bawer nekin. Hikûmeta AKP'ê di dema herî qels de ye. Dewleta TC di dema herî qels a şerê li dijî Kurdan de ye. Lê gerîla performansa herî bilind nîşan dide."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin, ku AKP desthilatdariya xwe li ser şerê psîkolojîk û derewan dimeşîne û ji bo operasyona Licê ya çapemeniya Tirk gelekî nepixand got, "fiyasko" ye.

Kalkan bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE û bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.

14'Ê TÎRMEHÊ BANGA TÊKOŞÎN Û SERKETINÊ YE

Kalkan di destpêka axaftina xwe de, şehîdên rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û di şexsê wan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û got, "Ev 34 sal in em hewl didin armanca wan bi ser bixînin, bîranînên wan bidin jiyîn. Weke gel û tevgera azadiyê, ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ku em li ser şopa van lehengan e û me armanca wan kirine armanca xwe."

Kalkan da zanîn, 14'ê Tîrmehê biryardariya Kurdan a hebûn û jiyana azad e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Kemal Pîr got, 'Em ji jiyanê ewqasî hez dikin, ku amade ne di oxira wê de bimirin'. Bi vî rengî bû bang, vîn û berxwedana jiyaneke mezin. Rêber Apo ev berxwedana zîndanê got, 'Pira ji mirinê ber bi jiyanê ve' pênase kir û bang li gel kir: 'Di vê pira zexm de derbas bibin, di têkoşîna azadiyê de bimeşin û bi ser bikevin'. Bi rastî jî gelê Kurd ev 34 sal in di vê pirê re derbas dibe."

'GERÎLA ŞÛRÊ XETA AZADIYÊ YE; GIRÎNG E BERÊ CIWANAN REFÊN GERÎLA BE'

Kalkan diyar kir, divê ciwanên Kurd rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê weke bangek ji bo xwe binirxîne û di serî de nava refên gerîla biherikin her qada têkoşînê. Kalkan got, "Her şêweyê tevlîbûnê hêja ye; li lîseyê, li zanîngehê, li kolanan, li kargehan dikarin tevlî bibin. Dikarin tevlî mîtîngan, çalakiyên protestoyî, perwerde û rêxistinbûnê bibin. Lê di ser hemûyan re gerîla tê. Gerîla şûrê xeta azadiyê ye. Şûrê hesabpirsîna ji paşverûtiyê ye. Gerîla pêşengê hemû berxwedanan e. Gerîla nebe, tiştekî din namîne. Lewma 14'ê Tîrmehê banga tevlîbûna li nava refên gerîla ye. Her kesên dikarin tevlî nava gerîla bibin û xwedî vê hêz û vînê ne, divê berê xwe dibin nava refên gerîla."

GERÎLA ÇIQASÎ MEZIN BIBE, JIYAN Û SIBEROJA AZAD A KURDAN JÎ WÊ GARANTÎ BE

Kalkan işaret bi şerê li çar parçeyên Kurdistanê û ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn kir û got, "Gerîla çiqasî mezin bibe, siberoja azad û demokratîk a Kurdan jî wê garantî bibe. Lewma divê mirov îro nekevin nava nîqaş û nêzîkatiyên cudatir. Bi hezaran, bi deh hezaran, bi sed hezaran divê mirov bibin milîtan, berê xwe bidin refên gerîla û bi rastiya gelê şervan xwe biparêzin. 90 sal beriya niha, di 1'ê Şerê Cîhanê de Kurd ne bi vî rengî bûn. Komkujî li wan hat kirin. Weke tê zanîn, salvegera komkujiya Zîlanê ye. Li Geliye Zîlan 15 hezar Kurd hatibûn qetilkirin. Ez hemû şehîdên Zîlanê jî bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim."

OPERASONA LICÊ FIYASKO BÛ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan der barê operasyona artêşa Tirk a bi hêzeke mezin li Licê meşand û di çapemeniya Tirk de gelekî hat nepixandin de got, "Ev operasyon fiyasko bû. Hemû agahiyên gihaştin ber destê me vê rastiyê nîşan didin."

Kalkan da zanîn, AKP desthilatdariya xwe li ser şerê psîkolojîk û derewan dimeşîne û wiha dewam kir: "Rastî gelekî tên veşartin. Mîna ku em qet nînin, tevdigerin. Dibêjin, 'Me ew têk bir! Em wan li Licê û bejahiyê diqedînin'. Bila ti kes ji van derewên wan bawer neke. Hikûmeta AKP'ê di dema xwe ya herî qels de ye. Dewleta TC di dema herî qels a şerê li dijî Kurdan de ye. Lê gerîla, di asta herî bilind de performansê nîşan dide. Gerîla beriya 3-4 salan hêzek bi tenê li Bakurê Kurdistanê şer dikir bû, lê niha li çar parçeyên Kurdistanê şer dike û ji bo gelên li Rojhilata Navîn veguheriye hêviya azadî û demokrasiyê. Bi gotinên 'Em wan diqedînin, dişikînin' nikarin mirovan bixapînin.

Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me operasyona Licê jî fiyasko ye. 15 rojan pê re mijûl bûn, ji hewa û ji bejahî ve teknîka herî giran bi kar anîn. Ji wan 30 kuştî çêbûn. Di operasyonê de 7 hevalên me şehîd ketin, 2 dîl hatin girtin. 3-4 ciwanên xwestin tevlî bbin, girtin. Bi gotina 'hûn gerîla ne' lêpirsîna mirovên sivîl dikin. Ji xwe li gorî wan, her ciwanekî Kurd namzetekî gerîla ye. Yanî, piştî ewçend êrîşan ev encama derketiye holê ji bo wan fiyasko ye."

'EGER LI ŞÛNA ERDOGAN QEYÛM BÊ WEZÎFEDARKIRIN, WÊ EV WERE ÇI WATEYÊ?'

Li ser gefên AKP'ê yên bi rêya 'qeyûm' li Şaredariyên DBP'ê dixwe, Kalkan ev nirxandin kir:

"Niha yek rabe Erdogan ji wezîfeyê bigire û li şûna wî Serokwezîrekî wezîfedar bike, wê ev were çi wateyê? Ji wê sîstemê re wê çi bê gotin? Ji ber ku Erdogan bi hilbijartina xwe, pesnan dide. Baş e, çima mirovên hatine hilbijartin ji wezîfeyê digirin û li şûna wan mirovan wezîfedar dikin? Gelo yê hatiye hilbijartin bi tenê AKP'yî û Erdogan e? Hevserok û encumenên DBP'yî bi hilbijartinê nehatine? Ewqas deng standine. Bi rêjeyeke ji sedî 70-80-90 hatine hilbijartin. Dûrxistina ji wezîfeyê û girtina mirovên bi ewqas dengan hatine, tê wateya girtina hemû kesên deng dane wan."

'ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ŞAREDARIYAN, ÊRÎŞÊN LI DIJÎ VÎNA GELÊ KURD E'

Kalkan wiha dewam kir: "Bi vê yekê ve dibêjin 'Tiştekî bi navê vîn û hilbijartina gelê kurd nîne. Her tişt wê di destê min de be'. Ji xwe berxwedana xwerêveberiyê jî li dijî vê derket holê. Ahmet Davûtoglû li Enqereyê gef xwar, got, 'her tişt wê li gorî dilê min bimeşe'. Meclîsên gelên Cizîr, Sûr û Geverê jî gotin, 'Na, vîna me jî heye'. Berxwedana xwerêveberiya demokratîk ji ber vê yekê derket holê. Niha heman tiştî tînin serê şaredariyan.

Êrîşên li hemberî şaredariyan, êrîşên li hemberî vîna gelê Kurd e. Êrîşên li hemberî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Lewma divê heta dawiyê li hemberî van êrîşan berxwedan were nîşandan. Girîng gel xwedî li vîna xwe derkeve. Gel rêveberiya şaredariyê hilbijart û bi tenê gel dikare ji wezîfeyê bigire."

'YA KU ERDOGAN LI HEMBERÎ PENABERAN DIKE, BAZIRGANIYA KOLEYAN E'

Kalkan, der barê dek û dolabên Erdogan/Qesr bi rêya bikaranîna penaberan dixwazin li Kurdistanê bigerînin, bi vî rengî nirxand:

"Serokkomar Erdogan bi xwe penabereke, ji cihekî din koçî vî welatî kiriye. Jê heye ku her kes dikare koçî her derê bike, li cihê koç kiriye jî hema ji ber xwe ve dikare bibe xwedî ax. Lê ev cîhan ne cîhaneke bi vî rengî ye. Kurdistan bêxwedî nîne. Ev rewş bir astî jî xetere ye. Ya ku kesî nekiriye, Erdogan dike. Erdogan bi jiyana mirovan dilîze, li ser wan bazariyê dike. Ev 2 sal in bazariyê li ser penaberan dike. Derî vekir û ewqas mirov ji bo li ser wan bazariyê bike anî. Ev bazirganiya koleyan e. Pêkanînên AKP'ê pêkanînên koledariyê ne."

'KURDISTAN BÊXWEDÎ NÎNE, EM Ê NEHÊLIN KES BI DEMOGRAFIYA KURDISTANÊ BILÎZE'

Kalkan da zanîn, ev polîtîkaya hovane nikare bi cih were anîn û wiha dewam kir: "Em ê qebûl nekin ku AKP demografiya Kurdistanê biguherîne. Bila her kes zanibe; bila ti kes nebêje bi destê AKP'ê ew ê karibin li Kurdistanê bibin xwedî mal û milk. Kurdistan bêxwedî nîne. Li hemberî vê yekê wê têkoşîn were meşandin. Dixwazin di navbera Kurdan û gelên din de şer derxînin. Girîng e ti kes nekeve vê xefikê. Ev ji bo her kesî xetere ye. Em ne tevgereke ji jiyana bi hev re ya gelan aciz in. Em xeta Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk diparêzin."