Xeta 14'ê Tîrmehê misogeriya serketinê ye -Selahadîn Erdem

Di dîrokê de biryarên wisa hene ku her tişt li ser wan tên avakirin, lê kêmaniyeke herî biçûk jî tê de nayê dîtin. Biryara Berxwedana 14 ê Tîrmehê îfadeya biryareke wisa ye ku naheje û naşike.

Em salvegera 34’an a berxwedana mezin a Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmeha Sala 1982’an dijîn. Bandora berxwedanê hê jî bi awayekî zindî tê hîskirin. Diyar e ku dê ev berxwedana mezin di salvegera 35’an de jî ronîdariya xwe berdewam bike. Em li ser vê bingehê destpêkê şehîdên nemir ên vê berxwedanê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi hijmetkarî bibîr tînin. Em carekî din sond dixwin ku em ê armancê wan pêk bînin û bîranînê wan bidin jiyîn. Em bawer in ku dê ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê û xeta wê ya şoreşgerî gelê me wê bigihîne serketinê. 

Di dîrokê de bûyerên wisa hene ku bandora wan bi hêsanî ji holê ranabe. Li ser deh salan, sed salan û hezar salan belav dibe û dewam dike. Di dîrokê de çalakiyên wisa hene ku dijminên xwe jî mat û heyran dihêle. Mezinahiya çalakiyekê, bi bandora li ser dijminê xwe hiştî ve tête pîvan. Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya sala 1982’an a Rojiya Mirinê çalakiyeke wisa ye. 34 sal in bandora wê hîç kêm nebûye û zêdetir jî bûye. Tayîp Erdogan jî neçar hiştiye û kiriye ku çok deyne erdê.

Di dîrokê de biryarên wisa hene ku her tişt li ser wan tê avakirin, lê kêmaniyeke herî biçûk jî tê de nayê dîtin. Biryara Berxwedana 14 ê Tîrmehê îfadeya biryareke wisa ye ku naheje û naşike. Ji ber ku biryara hebûn û azadiya gelê Kurd e, gelê Kurd jî vê rojê wek ‘Roja rûmetê ya neteweyî’ îlan kiriye. Çareya li dijî tunekirina gelê Kurd hatî dîtin; jiyana bi şanazî, serbibilindî û bi rûmeta azadiyê ve pêşwazîkirina paşerojê ye.

Bêguman xeta 14’ê Tîrmehê û ruhê wê ev pênasekirinan bi zêdehî heq kiriye. Lewre ew ruh û xet, xeta di mirinê de afirandina jiyanê ye. Xeta xwe gorîkirinê û hezkirina jiyana azad e. Xeta biserketina her cure astengî û dijwariyê ye. Xeta ji tunebûnê heyîkirin û bidestxistina serkefinê ye. Berxwedana 14’ê Tîrmehê çawaniya jiyan û têkoşîna şoreşgerî ya Kurdistanê daniye holê. 

Dibe ku di tevahiya dîrokê de çalakiya herî dijwar a mirovan vedîti, rojiya mirinê be. Ev dijwarî bi gotinê nayê ravekirin û fêmkirin. Ango encex yê ku dijî dikare pê bizane. Mirovekî ku bêtirî du mehan saniye bi saniye guhdariya mirina bedena xwe bike, ev ne karê herkesî ye. Eger ne ji zanîneke bilind be, eger mirov di asta herî bilind de rêxistinkirî nebe, nikare çalakiyeke wiha pêk bîne. Va ye berxwedêrên 14’ ê Tîrmehê nûnertiya mezinahiyeke wiha dikin. 

Wek tê zanîn zindan ji bo tevgerên şoreşgerî cihê safîbûn û zelalbûnê ye. Tevgerên ku dikarin di baregehên dijmin de li ber xwe bidin, dûv re şoreşê pêk tînin, yên nikarin jî ji holê radibin û wenda dibin. Zindanên 12’ê Îlonê ji bo tevgerên şoreşger yên Tirk û Kurd jî bûn cihê safîbûn û zelalbûneke wiha. PKK ji ber ku di zindanê de li ber xwe da, li derve jî têkoşîn bilind kir û gihişt asta îro. Rêxistinên nekarîn li ber xwe bidin jî belav bûn û heliyan. Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo PKK’ê îfadeya nûvejîneke wisa ye. Ruhê azadiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê berxwedanê de zindî dibe. 

Polîtîkaya rejîma faşîst a 12’ê Îlonê ya li ser girtiyên PKK’ê baş tê zanîn. Guman nîn e ku zilm û êşkenceya ku di tevahiya dîrokê de nehatiye dîtin, li ser girtiyan hat ferzkirin. Ev sedî sed e, lê hindê jî ne girîng e. Ya girîng bikaranîna raman û baweriyê ya li dijî jiyana fîzîkî ye. Tê zanîn ku ev siyaseta rehîngirtinê ye û sûcekî mezin ê mirovahiyê ye.

Rejîma 12’ê Îlonê rejîmeke wisa ye ku ditirse biryarên îdamê li ser girtiyan pêk bîne. Lewre dizane dê her yek ji wan di dil û mêjiyê gelê Kurd de bibin qehremanên berxwedanê. Ev jî dibe tirsa wê ya herî mezin. Di rewşeke wiha de êşkenceya herî giran pêk tîne û jiyana fizîkî wek amûr bi kar tîne, wisa jî dixwaze îtirafkarî û xaîntiyê bi pêş bixe. Yên ji raman û baweriya xwe tên dûrxistin destûra jiyaneke vala û pûç digirin.

Berxwedana ku di bingehê de Mazluman û Ferhadan dayî destpêkirin dûre bi berxwedana 14’ê Tîrmehê ve gihişt asta herî bilind û li dijî polîtîkaya tuneker bû bersiv û têkbirina wê. Hayrî û Kemal di encama mirina fîzîkî de jiyana ramanî û bawermendiyê diafirînin. Li ser vê bingehê hebûn û azadiya gelê Kurd misoger dikin û xeta Serok Abdullah Ocalan û ya PKK’ê digihînine serketinê. Bi berxwedana di 14’ê Tîrmehê de dayîn destpêkirin ve îtirafkarî û xaîntiya ku rejîma 12’ê Îlonê spartiye, tune dikin. 

Di rastiyê de wateya berxwedana 14’ê Tîrmehê hewceyî bi ti şîroveyê nîn e, zelal û diyar e. Lewre gotina dawî ji aliyê berxwedêran ve hatiye gotin: Em bi xeta partiyê ve girêdayî ne û em ê parastina wê bikin, ev gotina wan e. - Li ser kêla me ji gelê xwe re deyndar e, binivîsin, ev jî gotina wan e û nuqteya dawiyê danîne. Ewqas zelal û diyar e ku ev 34 sal in li gel tevahiya derfetên rejîma taybet jî nekarîne ti herifandinê li dijî wan pêk bînin. Nekarîne bandora berxwedana mezin ya li ser gelê Kurd û mirovahiyê kêm bikin. 

Di salvegera sala 34’an de babeta ku divê em li ser bisekinin bêguman danberheva mercên wê demê û ya îro ye. Gava em wisa lê binêrin rewşeke pir balkêş derdikeve holê. Di rastiyê de wehşeta ku beriya 34 salan rejîma 12’ê Îlonê di zindana Amedê de afirandibû, îro ji aliyê Tayîp Erdogan û faşîzma AKP’ê ve li her derê Kurdistanê tê bikaranîn. Her derê Kurdistanê wek rewşa zindana Amedê ya beriya 34 salan lê hatiye.

Êşkenceya ku wê demê di zindanê de hebû, niha li kolanan li dar e. Tehdîtên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wê demê jî dijwartir in. Êrîşên eskerî yên faşîst yên di asta wehşetê de îro bêemsal e û tevahiya civakê di bin êrîşê de ye. Di ser de jî îtirafkarî û îxaneta li zindana Amedê li ser girtiyên PKK’ê dihat ferzkirin, îro li ser tevahiya civaka Kurd e. Gotina Tayîp Erdogan a ,’’yan dê serî bitewînin yan jî dê serî bidin’’, di vê wateyê de ye. Yên li Cîzîr, Sûr, Gever, Nisêbîn û Şirnexê hatin kirin, li ber çavan in. Diyar e ku zilm û komkujiyeke wiha ji aliyê rejîma faşîst a Kenan Evren ve jî li dijî Kurdan nehatiye bikaranîn. 

Lewre ji herdemê bêtir hewcedarî bi ruh û xeta Berxwedana 14’ê Tîrmahê heye. Çawa ku ev ruh û berxwedan beriya 34 salan zindana Amedê ronî kiriye, îro jî dê li dijî faşîzma AKP’ê kolan, tax û bajaran ronî bike. Hêza Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya pêkanîna vê îro jî heye. Bes, bila di serî de jin û ciwan û tevahiya gelê Kurd xet û ruhê Berxwedana 14’ê Tîrmehê esas bigirin. Bes bila li ser xeta qehremaniya berxwedana 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin. Wê demê dijminê ku têk neçe û faşîzma ku neyê perçiqandin jî nîne. 

Herwiha di mercên têdayî û di her qadên têkoşînê de ji bilî berxwedana li ser xeta Berxwedana 14’ê Tîrmehê pê ve ti çareya me nîne. Lewre riyeke din a têkbirina faşîzma AKP’ê ya ku dixwaze rejîma 12’ê Îlonê ya faşîst ji nû ve sazkar bike, nîne. Xeta 14’ê Tîrmehê ya berxwedêr afirînera serketinê û parastvana wê ye. 

Herwiha di salvegera 35’an a Berxwedana 14’ê Tîrmehê de ruh û xeta berxwedêran baş têbigihijin. Divê em li ser xeta Berxwedana 14’ê Tîrmehê xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin, kêmasî û şaşiyên xwe rast bikin. Divê em ji dil bawer bikin ku eger em li ser xeta Berxwedana 14’ê Tîrmehê têbikoşin, dê serketin herdem ya me be. Emê li dijî dîktatoriya Tayîp Erdogan û faşîzma AKP'ê bi baweriya Mazlum, Kemal û Hayriyan ve li ber xwe bidin û azadiyê bi dest bixin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA