Li Parîsê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan meş û mîtîng

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komkujiyên dewleta AKP’ê ku li Kurdistanê pêk tîne, li paxteta Fransa Parîsê li banliyoya Le Bel Vîllîersê meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komkujiyên dewleta AKP’ê ku li Kurdistanê pêk tîne, li paxteta Fransa, Parîsê li banliyoya Le Bel Vîllîersê gelek Kurdistanî li hev civiyan. Kurdistaniyên ku li ber gara Vîllîers le Belê civiyan, li piş pankarta "Li Kurdistanê komkujî hene, bêdeng nemînin" ya ku bi Fransî hatibû amadekirin dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Ocalan, alayên PKK’ê û KCK’ê û dowîz hatin hilgirtin û di temamiya meşê de belavok hatin belavkirin. Kurdistanî bi dirûşmên, "Kujer Erdogan, Tirkiyeya faşîst" û "Ji Ocalan re azadî" meşiyan.

Mîtînga ku piştî meşê hate kirin bi deqeyeke rêxistinê destpê kir. Piştî ku belavoka bi Fransî hatibû amadekirin,  hate xwendin rêveberê Navenda Civaka Vîllîers le Belê Îsmaîl Dulek got: "Li dijî şerê ku dewleta AKP’ê li Kurdistanê dayî destpêkirin berxwedana dastanî ya gerîlayên Kurdistanê û gelê Kurd geş û gur dibe. Leşkerên Tirk û dewleta AKP’ê ku li hemberî gerîlayan şikestin, ji bo pêngava ji bo statûya Kurdistanê destpê kirî bidin rawestin sivîlan dikuje, siyasetmedarên Kurd digire. Lê berxwedana gerîla û gelê Kurd wê geş û gurtir bibe û têkçûyî wê bibe dewleta AKP’ê."

Hate gotin Kurdistaniyê ku li Ewropayê dijîn li hemberî pêvajoyê divê bêhtir xwedî rist bin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

...