CDK-F'ê ji bo çalakiya vê hefteyê ya edaletê banga tevlîbûnê kir

CDK-F'ê, ji bo çalakiya vê hefteyê ya edaletê ya li Parîsê, banga tevlîbûneke girseyî kir.

CDK-F'ê ji bo çalakiya edaletê ya ku her Çarşem li Parîsê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin tê lidarxistin, bang kir tevlîbûna xurt kir.

Daxuyaniya nivîskî ya Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) a li ser mijarê bi vî rengî ye:
"Tevî ku dema wê hatiye diyarkirin jî hê dest bi doza hevalên me Sara, Rojbîn, Ronahî nehatiye kirin, ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin. Niha jî ji bo demeke nediyar, bi awayekî bêsedem hatiye taloqkirin. Em weke gelê Kurd bi fikar in; em bi fikar in ku ev doz bo berjwendiyên welatan were fedakirin. Lê em Kurd, em ê çavê xwe negirin ku ev doz ji bo berjwendiyên siyasî were fedakirin. Bi vî awayî bi birêvebirina dozê dixwazin me hîn bikin lê em ê hîn nebin."

WÊ LI NAVENDA CIVAKA DEMOKRATÎK DESTPÊ BIKE

Di daxuyaniyê de hate gotin, divê bi awayekî xurt tevlîbûn li çalakiya vê hefteyê çêbibe. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em bang li hemû Kurd û dostên Kurdan, li sosyalîst, demokrat û  hemû şoreşgeran dikin ku ji bo şermezarkirina vê rewşa şîlo 13'ê Tîrmehê roja Çarşemê, saet di 14:00 de tevlî meşa bibin ku wê li ber Navenda Civaka Demokrarîk destpê bike."

Çalakiya vê hefteyê wê di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Sosyalîst pêk were.