Şandeya Şengalê bi Tevgera Êzdiyên Saratov re rûnişt

Şandeya Şengalê ya hat Rûsyayê, bi Êzdiyên Rtîşevo re danûstadin kirin.

Şandeya ku ji Serokê Komîteya Meclîsa Gel a Şengalê Xelef Elî, Fermandarê YBŞ’ê Seîd Omer û Berdevkê Kongreya Kurdên Êzdî yên Rûsyayê Araf Azamî pêk tê, ji bo civînan lidar bixe hat Federasyona Rûsyayê, bi Êzdiyên Rûsyayê ku li gelek bajarên cihê dijîn, hevdîtinan pêk tîne.

Şande li navçeya Rtîşevo ya girêdayî Saratovê bi Serokê Tevgera Êzdî ya Saratovê Devreşyan Miraz û û Endamê Rêveberiyê Norik Kerem re rûnişt.

Şande bi gel re jî hate cem hev û tengezariyên gelê Şengalê û berxwedana YBŞ’ê û YJŞ’ê vegot.