FEDA’yê banga boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê kir
Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropa (FEDA) li dijî sepanînên faşîst ên AKP/Qesrê banga boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê kir.
Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropa (FEDA) li dijî sepanînên faşîst ên AKP/Qesrê banga boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê kir.
FEDA’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand, got: “Tirkiye her roj di şeftiya AKP û Erdogan de radestî nijadperestî, faşîstiyê tê kirin. Zihniyete ku bi yên duh pê re dijmin bû îro dost e û berevajî wê yên duh pê re dost bûn îro dijmin e, her roj ji bo hêzên demokratîk-çep, gelan, baweriyan, kedkaran hê xetertir dibe.”
Di daxuyaniyê de li ser hevkariya êrîşên nîjadkuj û DAÎŞ’ê hate rawestandin, bi qesta AKP/Qesrê ev hatin gotin: “Di dest de çiqas torên qirêj hebe, çete, mafya, şebeke li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd bi kar tîne.”
‘DIVÊ KURDISTAN BÊ ZIYARETKIRIN; PIŞTGIRÎ BÊ MEZINKIRIN’
FEDA’yê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bangawazî kir: “Ji bo canên me neçin Tirkiyeyê em bang dikin. Eger yê çûne hebin jî em dixwazin ku neçin milê qadên tûrîstî, daxwaz dikin ku biçin welatê xwe Mezopotamyayê. Cihên dîrokî ziyaret bikin, Sûr, Cizîr, Nisêbînê ziyaret bikin û em bang dikin ku bi gelê Kurd re piştgiriya madî û manewî bikin.
Roj eger bi serbilindî li cem mazlûm rawestandin be, roj li dijî faşîzma Erdoganê zalim jî berxwedan û têkoşîn e.”