‘Li Tirkiyeyê teşebûsa darbeyê’
Tê îdîakirin ku li Tirkiyeyê artêş hewl dide li dijî rêveberiyê darbeyê bike. Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim jî bûyer wek hewldan nirxand.
Tê îdîakirin ku li Tirkiyeyê artêş hewl dide li dijî rêveberiyê darbeyê bike. Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim jî bûyer wek hewldan nirxand.
Danê êvarî, agahî ketin rojevê ku li Tirkiyeyê teşebûsa darbeyê heye. Li gor agahiyên destpêkê, di serî de li Stenbol û Enqereyê tevgera leşkerî çêbûye.
Li Stenbolê leşkeran pira ku Ewropa û Asya bi hev girê dide li trafîkê girtin. Dîsa li ser asîmanên Enqereyê balafirên şer û helîkoter nizm difirin.
Têketina balafirgeha Ataturkê bi tankan hate qutkirin.
Midûriyeta Emniyetê jî banga wezîfeyê li tevahî personelên xwe kir.
Dîsa li gor agahiyên dawî, li qada ku Musteşartiya MÎT’ê lê ye, ji helîkopteran gule hatin reşandin.
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim bi rêka televîzyona NTV bûyer wek hewldana beşek ji artêşê nirxand.