Mejiyê AKP'ê ji komkujiya li Fransayê xweşhal e

Komkujiya li bajarê Fransa Nice qewimî, ku zêdeyî 80 kesî jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê zîhniyeta AKP/Qesrê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Nûçegihanê Anadolû Ajansi (AA) Alî Kahriman ev mesaj li Twittera xwe nivîsand: "Qemyona li Fransayê da nava gel, frena wê teqiya bû. Ne teror e."

Endamê Desteya Biryardariya Navendî ya AKP'ê û Parlamenterê Stenbolê Bûrhan Kûzû jî bi rêya twîtterê ev tişt nivîsand: "De bila rojava desteka xwe ya ji bo PKK û PYD'ê dewam bike; nêzîkatiya 'marê bi min venede bila hezar salî bijî' bi kêrî terorê tê û bi vî rengî yek bi yek li her kesî dide. Bila Parlamenta Ewropa hînê pêşangeha rêxistina terorê PKK'ê veke û hewl bide bêguneh nîşan bide." 

Balkêş e Kûzû ji bo qetlîamkeran veşêre, Tevgera Azadiyê ya Kurd hedef nîşan dide.