KCK: AKP êrîşên DAIŞ'ê yên li Ewropayê teşwîq dike

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji malbatên kesên di komkujiya hovane ya li bajarê Nice yê Fransayê jiyana xwe ji dest dan û tevahiya gelê Fransayê re sersaxî xwest.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li bajarê Nice yê Fransayê şermezar kir û bal kişand ser hevkariya AKP û DAIŞ'ê.

KCK'ê, ji malbatên kesên di komkujiya hovane ya li bajarê Nice yê Fransayê jiyana xwe ji dest dan û tevahiya gelê Fransayê re sersaxî xwest.

Di daxuyaniya KCK'ê de bal hat kişandin ser rola AKP û MÎT'ê ya di xurtbûna DAIŞ'ê ya li Sûriye û Iraqê de û hat destnîşankirin, ku têkoşîna azadiyê ya Kurd wê ji niha û pê ve jî li dijî çeteyên faşîst têbikoşe. 

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye: "Bi êşeke mezin e pê hesiyan ku li bajarê Nice yê Fransayê bi dehan mirovên bêguneh hatine qetilkirin. Em ji malbat û xizmên mirovên jiyana xwe ji dest dane, ji gelê Fransayê û tevahiya mirovahiyê re sersaxiyê dixwazin. Em van çeteyên DAIŞ'ê ên li dijî mirovahiyê şermezar dikin û di wê baweriyê de ne ku ev kujer wê li pêşberî vîna azadî û demokrasiyê ya gelan têk biçin û ji holê rabin. Ev êrîş ne tenê li hemberî gelê Fransayê hatiye kirin, li dijî hemû mirovahiyê tê kirin. Ev kujer, her roj li Rojhilata Navîn bi dehan sivîlan li ser navê ol û mezhebê qetil dikin. Hin dewletên li Rojhilata Navîn hewl didin destê xwe xurt bikin, destek dan van çeteyên faşîst û ew mezin kirin. Ya ku serkêşiya van hêzan dike jî desthilatdariya AKP'ê ya mezhebparêz a li Tirkiyeyê ye.  Şefê faşîzma AKP'ê Tayyîp Erdogan tim û tim Ewropayê bi Îslama fobî sûcdar dike û hewl dide sûc û êrîşên van kujeran meşrû bike. DAIŞ bi taybetî bi destê desthilatldariya AKP'ê û îstîxbarata wê MÎT'ê, li Sûriye û Iraqê xurt bû. Ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan û têkoşîna li hemberî hikûmetên Iraq û Sûriyeyê, ji her alî ve destek daye çeteyên DAIŞ'ê. Tirkiye veguherandiye baregeha lojîtîkî û otobana faşîzma DAIŞ'ê. Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê, DAIŞ ne tenê li serê gelên Rojhilata Navîn, li serê tevahiya gelên cîhanê bûye bela.

AKP Û DAIŞ HEVPARÊN SÛC IN

KCK'ê da zanîn, faşîzma AKP'ê bi bikaranîna DAIŞ'ê û çeteyên mîna wê week amûreke siyasî, dixwaze dijberên xwe yên li Rojhilata Navîn ji holê rake û xwe bike hêzeke siyasî. KCK'ê diyar kir, AKP bi gotina 'Dewletên mezin hin rêxistinan bi kar tînin, em çima vê rêbazê bi kar neynin' bûye piştevanê çeteyên li dijî mirovahiyê. 

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Lê belê, piştî ku şoreşgerên Rojava, gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn ev çete qels kir, desthilatdariya faşîst a AKP'ê çerx kir û dest bi demagojiya 'em ê dostên xwe zêde bikin, dijminên xwe kêm bikin' kir. Hewl daye hêzên ji ber têkiliya xwe ya bi DAIŞ'ê re kiriye dijmin, bike 'dost'. Bi vî rengî hewl dide xwe ji encamên hiqûqî û siyasî yên hevpariya sûcê xwe yê bi DAIŞ'ê re, rizgar bike. Lewma di dema dawî de daxuyaniyan li dijî DAIŞ'ê dide. Lê belê mîna her gavê, di vê demê de jî ev yek bi tenê gotin in.

AKP ÊRÎŞÊN LI EWROPAYÊ TEŞWÎQ DIKE

Di daxuyaniyê de pirsa "Gelo hêzên siyasî û gelên cîhanê wê hesabê encamên van polîtîkayên faşîzma AKP'ê nepirsin?" hat kirin û hat gotin, "Gelo, ji ber manewraya bi demagojiya 'em ê dijminên xwe kêm bike û dostên xwe zêde bikin' ya ji bo nixumandina vê polîtîkayê, wê van polîtîkayên AKP'ê ji nedîtî ve bên? Wê hesab ji hêza ku her roj Fransa û temamiya Ewropayê bi Îslama fobî sûcdar dike û bi vî rengî êrîşên çeteyan teşwîq dikin, hesab neyê pirsîn? Ji ber têkliyên siyasî û aborî yên Tirkiyeyê, gelo wê qetilkirina ewçend mirovên bêguneh weke bûyerên ji rêzê ve bên dîtin? Wê hevparê guneh ê DAIŞ a ev komkujî kiriye, ji nedîtî ve bê?"

TIRKIYE JI BER DIJMINATIYA XWE YA LI KURDAN DESTEKÊ DIDE DAIŞ'Ê

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha dewam kir:

"Divê tevahiya cîhanê zanibe, desthilatdariya mêtînger qirkirinê ya li Tirkiyeyê, ji ber polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan, dikeve nava her şêwe karên qirêj. Pêwîste her kes bibîne ku sedema bingehîn a desteka Tirkiyeyê ji bo DAIŞ'ê, polîtîkayên dijminatiya li Kurdan e û ji ber van encam û têkiliyên qirêj desthilatdariya AKP'ê ceza bikin. Naxwe, niyet çi dibe bila bibe, her kes wê ji ber nikarîbû asteng bike, li pêşberî mirovahiyê û dîrokê sûcdar bên dîtin.

Hemû gelên cîhanê, divê polîtîkayên çend salên dawiyê yên desthilatdariya AKP'ê yên li Rojhilata Navîn bibînin û bixwazin hesab ji AKP'ê were pirsîn. Ji xwe serokwezîrê niha, her roj radibe dibêje em ê dest ji polîtîkaya berê berdin, dijminên xwe kêm bikin û bi vî rengî li xwe mikur tê ku heta niha bi DAIŞ'ê polîtîka meşandine. Desthilatdariya AKP'ê, ji ber dijminatiya xwe ya li Rojava, hê jî destekê dide DAIŞ'ê û sûcên li dijî mirovahiyê dike. Lewma divê ti kes ji demagojiya AKP'ê ya şermezarkirina DAIŞ'ê bawer neke. Ji bo ser hevkariya xwe ya sûcê heta niha hatiye kirin bigire, van daxuyaniyan dide.

Tevgera Azadiyê ya Kurd wê mîna duh îro jî li hemberî hemû çeteyên dijminê azadî û demokrasiyê têbikoşe û di vê têkoşînê de her tim bi mirovahiya demokratîk re be."