Artêşa Tirk: Me dest danî ser rêveberiyê

Artêşa Tirk, da xuyakirin ku li Tirkiyeyê dest daniye ser rêveberiyê.

Di daxuyaniya artêşa Tirk de wiha hate gotin: “TSK; ji bo careke din nîzame destûra bingehîn, demokrasî, azadî û mafên mirovan bi cih were û tanzîmkirin, ji bo careke din hiqûq serwer bibe, asayîşa xira bûyî bi cih were, bi temamî rêveberiya welêt hatiye desteserkirin. Tevahî hevpeyman û mîsogertiyên me yên navneteweyî hê jî derbasdar in. Em temenî dikin ku bi tevahî welatên cîhanê re têkîliyên me yên baş dewam bikin.”