‘Nexweşxaneya Neteweyî’ ya li Minbicê hate rizgarkirin

Nexweşxaneya herî mezin a li Minbicê, Nexweşxaneya Neteweyî’ ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, piştî şerê dijwar ê mabeyna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku li navenda bajarê Minbicê operasyonên xwe didomînin û çeteyên DAÎŞ’ê, Nexweşxaneya Neteweyî hate rizgarkirin. Nexweşxaneya li rojavayê bajêr, bi temamî ji çeteyan hate rizgarkirin.

Operasyona Fermandarê Şehîd Feysel Ebû Leyla ya 1’ê Hezîranê destpê kir, 45 roj li pey xwe hiştin.

Heta niha gelek nuqteyên girîng ji çeteyên DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin.