KCDK-E banga pîrozkirina Şoreşa Rojava kir

KCDK-E: Em bi şiyara 'Xwedîderketina li Şoreşa Rojava xwedîdeketina li mirovahiyê ye' dakevin qadan û Şoreşa Rojava pîroz bikin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCDK-E da xuyakirin, ku di encama têkoşîna leheng a Kurdên bi salan di bin zexta dewleta Sûriyeyê ya mêtînger de bê nasname û bi rengekî înkarkirî de jiyan, di 19'ê Tîrmeha 2012'an de serketin hat ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev şoreşa bi pêşengiya jinê, ku serketina jina Kurd e, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bû çavkaniya hêviyê."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Modela xwerêveberiyê, ku di dîroka Rojhilata Navîn de mînakek wê nehatiye dîtin, modela avakirina jiyana hevpar a azad û wekhkeviya Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Ermenî, Çerkez, bawermendên Elewî, Êzidî, Misilman û Xiristiyan e. Li dijî çeteyên DAIŞ'ê ku barbar û paşverûtiya Rojhilata Navîn e, ev model bûye çavkaniya rûmetê ya gelan. Şoreşa Rojava bi demokrasî, têkoşîn û modela xwe ya neteweya demokratîk ve bûye hêvî ji mirovahiyê re. Ev şoreşa ku modela Birêz Abdullah Ocalan e, ji niha ve li gelek deverên cîhanê tê nîqaşkirin û pejirandin. Ji bo rizgarkirina ji paşverûtiya barbar û ji bo avakirina jiyanek li dora jinê, mirovahî bi sempatiyeke emzin nêzî Şoreşa Rojava dibe. Rastiya ku ji aliyê hemû gelan ve tê qebûlkirin ew e; yekane rêya rizgariya ji nakokî û şerê li Rojhilata Navîn, ev modela Rojava ye.

Di serî de dewleta Tirk hemû rêxistinbûyînên serdest ên paşverûtiya herêmê û desthilatdarên navneteweyî, ji ber vê karaktera Şoreşa Rojava, ji bo wê asteng û qels bike, bi destekkirina rêxistinbûyînên çete yên mîna DAIŞ'ê, êrîşî Rojava dikin.

Şoreşa Rojava li çar parçeyên Kurdistanê ji bo gelê Kurd bûye hêvî. Di heman demê de bûye hêviya mirovahiyê. Pêwîste ev şoreşa ku nirxê hevpar ê mirovahiyê ye were parastin û xurtkirin.

Bi qasî parastina şoreşa Rojava, gelekî girîng e azadiya afirînerê vê modelê Rêberê Gelê Birêz Abdullah Ocalan bê parastin.

Weke KCDK-E em ji niha ev Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê ku şoreşa jinê û mirovahiyê ye, pîroz dikin. Em bang li hemû navendên xwe yên li Ewropa, Japonya, Kanada û Awûstralyayê dikin, ku di navbera 16-24'ê Tîrmehê de Şoreşa Rojava bi meş û mîtîng û li salonan pîroz bikin. Ne tenê Kurd, divê em gelên li welatên em lê dijîn jî tevlî pîrozbahiyên Şoreşa Rojava bikin.

Bi şiyara 'Xwedîderketina li Şoreşa Rojava xwedîdeketina li mirovahiyê ye' em dakevin qadan û Şoreşa Rojava pîroz bikin."