Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser komkujiya li bajarê Nice yê Fransayê, ku 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîş bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev êrîşeke hovane ye, wehşet e, li dijî mirovahiyê ye. Ev êrîş dewama êrîşên li Parîs û Brukselê ye. Ew kesên vî karî dikin, ji mirovahî û ji wijdanê bêpar in. Ew ne mirov in."
KNK'ê da xuyakirin, ku weke gelên Kurdistanê ew van kesan nas dikin û got, "Wan kesan û hevkarên wan sedan êrîşên vî rengî li dijî gelên me jî pêk anîne. Em gelê Fransa û êşa wan fêhm dikin û êşa wan parve dikin.
Bi vê munasebetê em weke KNK, vê êrîşa xwînxwar bi tundî şermezar dikin, ji rayedar û gelê Fransa û kesûkarên mexdûran re serxweşiyê dixwazin. Em bi hemî hêz û hîsên xwe ve, li gel gelê Fransa cih digrin."