KCDK-E komkujiya li Fransayê şermezar kir
Komkujiya duh bi şev a li bajarê Nice yê Fransayê hat kirin, ji aliyê KCDK-E ve hat şermezarkirin.
Komkujiya duh bi şev a li bajarê Nice yê Fransayê hat kirin, ji aliyê KCDK-E ve hat şermezarkirin.
Komkujiya duh bi şev a li bajarê Nice yê Fransayê hat kirin, ji aliyê KCDK-E ve hat şermezarkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) de bal hat kişandin ser desteka AKP'ê ya ji bo çeteyên barbar.
KCDK-E sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelê Fransayê re xwest û destnîşan kir, divê cîhan li pêşberî AKP û dewleta Tirk bêdeng nemîne.
KCDK-E ragihand, gelê Kurd di van rojên zehmet de bi gelê Fransayê re ye û da zanîn, barbariya li Kurdan tê kirin û li gelê Fransayê weke hev e.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li mirovahiyê hat kirin, ku li dijî vê wehşetê têkoşîneke hevpar bimeşîne.