Li Mûsilê gel û çeteyên DAÎŞ’ê şer dike
Li bajarokê Hemam Elî yê li nêzî navçeya Giyare ya girêdayî bajarê Nînorê yê Iraqê, gel serî li ber DAÎŞ’ê rakir. Mabeyan berxwedêran û çeteyan de şerên dijwar rû didin.
Li bajarokê Hemam Elî yê li nêzî navçeya Giyare ya girêdayî bajarê Nînorê yê Iraqê, gel serî li ber DAÎŞ’ê rakir. Mabeyan berxwedêran û çeteyan de şerên dijwar rû didin.
Operasyona ku artêşa Iraqê û Peşmergeyan ji bo rizgarkirina Mûsilê dabûn destpêkirin bi awayekî giran pêk tê, li bajarokê Hemam Elî yê navbera bajarên Mûsil û Giyare de gel li avahiyên kevn ên hikûmetê û nuqteyên navendî alên Iraqê daliqandin û bi çeteyên DAÎŞ’ê re ketin şer. Gelê bajarok ku piraniya wan ji Erebên Sunî pêk tê, ji artêşa Iraqê ya ket navçeya Giyareyê cesaret girt û serî li ber çeteyan hilda. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di şerên dijwar de gelek berxwedêran jiyana xwe ji dest dane û hê jî şer dewam dike.
Bajarokê Hemam Elî 30 kîlometreyan dûrî bajarê Mûsilê ye.