NAV-DEM’ê, qetlîama li Nice şermezar kir
NAV-DEM’ê qetlîama li Nice ya Fransayê şermezar kir û sersaxî xwest.
NAV-DEM’ê qetlîama li Nice ya Fransayê şermezar kir û sersaxî xwest.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) têkîldarî qetlîama li bajarê Nice yê Fransayê peyama sersaxiyê weşand.
Di daxuyaniyê de ku êrîşa hovî bi tundî hate şermezarkirin, wiha hate gotin: “Em êşên gelê Fransa parve dikin, ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin û hêviyên şîfayên lezgîn ji bo birîndaran dikin.”
Di peyama NAV-DEM’ê de ev hatin gotin:
“Em wek gelê Kurd, me di êrîşên terorî yên wek DAÎŞ û En Nûsra ku li serê cîhanê bûne emel û hilberînên çeteyên dewleta Tirk û Qesrê ne, berdêlên mezin dane. Bê ka ev çeteyên ku dijminê mirovahiyê ne, ji aliyê kîjan hikûmetana yekser an jî neyekser têne xwedîkirin ji aliyê raya giştî ya cîhanê tê zanîn.
Bersivdayina herî xurt a ji bo van qetlîaman, piştgiriyek hê mezintir, li nasname û çandên cuda xwedîderketinek hê mezintir, li dijî rêxistinên terorî yên weke DAÎŞ, El- Nûsra, Ahrar El-Şamê wek li Rojava, hê mezinkirina têkoşînê ye.
Em wek Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Elmanyayê (NAV-DEM) careke din sersaxiyê ji gelê Fransa re dixwazin, hêviya şîfayên lezgîn ji bo birîndaran dikin. Em ji dil vê êşên gelê Fransa parve dikin û diyar dikin ku em li gel wan in.”