Li Hollandayê çalakiya ‘Hûrşît Kulter li kû ye?’
Ji bo Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Şirnexê Hûrşît Kulter ku piştî hate binçavkirin careke din xeber jê nehate girtin, li ber Parlamentoya Hollandayê çalakî hate lidarxistin.
Ji bo Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Şirnexê Hûrşît Kulter ku piştî hate binçavkirin careke din xeber jê nehate girtin, li ber Parlamentoya Hollandayê çalakî hate lidarxistin.
Di pêşengiya Hewldana HDK’ê ya Hollandayê de îro li ber Parlamentoya Hollanda ya li Den Haagê, ji bo Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Şirnexê Hûrşît Kulter ku piştî 27’ê Gulanê hate binçavkirin careke din xeber jê nehate girtin, çalakiya “Hûrşît Kulter li kû ye?” hate lidarxistin.
Çalakvanan polîtîkayên dewleta Tirk ên qetlîam, qirkirin û koçberkirinê ku li ser Kurdistanê dimeşîne rexne kirin, ji bo mezinkirina berxwedanê banga tevlîbûna çalakiyan li gel kirin.