Di şerê navbera çeteyan û hêzên rejîmê de sivîl tên qetilkirin

Li Helebê, di şerê navbera çeteyên qaşo koalîsyona Sûriyeyê û hêzên rejîma Baas de de, 22 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Şer hê jî bi dijwarî didome.

Balafirên rêjîma El-Baas rêya Kastelo û kampa Henderat ên li bakurê Helebê ne, bombe dikin. Li herêmên El-Leyremûn, Şêhan û El-Xalidiyê di navbera komên çete yên girêdayî qaşo mûxalefat  Sûrî û hêzên rejîma El-Baas de, şer diqewime. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, hêzên rejîmê ber bi taxa Benî Zeyd a di bi bin serweriya çeteyên koalîsyonê de ye, pêş ve diçin.

Çeteyên qaşo mûxalefeta Sûrî taxên El-Xalidiyê, Şehba, seyf El-Dewle, El-Furqan, Hemdaniyê, riya Nîl, derdora herêma Endelus, Tib Erebî û komeleya tenduristiyê yên di destê hêzên rejîmê de ne topbaran kirin. Di encamê de, 6 sivîlan (di nav de zarokek û 2 jin) jiyana xwe ji dest dan.

Şevê din jî balafirên rejîmê bajarokê Kefer Hemre yê li bakurê Helebê bombebaran kir. Di encamê de, 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û hin kesên din jî birîndar bûn her wiha ziyana madî gihişt nexweşxaneyê û hin bijîşk birîndar bûn. Li aliyekî din balafirên rejîmê bajarê Babê yê li rojhilatê Helebê, bajarokê Xelse, Xan Toman, Ebû Zihûr, Zerber yên Başûrê bajêr, her wiha li rojavayê bajêr jî bajaroka Hûr bombebaran kirin. Tê gotin ku li bajarokê Ebû Zihûr ji ber bombebaranê welatî di bin enqazan de, mane.

Balafirên rejîmê gund û gundikên Melah, rêya Xazî Entab, herêmên Endan, El-Leyremûn, Heyan û  Hirêtan ên bakurê bajêr jî bombebaran kirine, di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha balafirên rejîmê taxên bajêr Benî Zeyd, Bab El-Nesir, Şêx Xidir, El-Heyderiye, Bêdî, Helk, Kelasê, Madî, Mercê û El-Salihîn jî bombebaran kirin, di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne.