Li Ewropayê bîranînên 14’ê Tîrmehê: Em bibin layiqî wan
Li Hollanda û Elmanyayê aktîvîteyên bîranînê yên ji bo şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin lidarxistin.
Li Hollanda û Elmanyayê aktîvîteyên bîranînê yên ji bo şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin lidarxistin.
Li Hollanda û Elmanyayê aktîvîteyên bîranînê yên ji bo şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin lidarxistin. Di aktîvîteyan de bal hat kişandin ku têkoşîna bi 14’ê Tîrmehê re dewam kir rê li ber destkeftiyên niha vekiriye, her wiha peyam hat dayin ku wê ev têkoşîn jî bi awayekî layiqî şehîdên bê domandin.
ROTTERDAM
Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Di bîranînê de ku bi rêzgirtinê destpêkir, Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan Derman Heva axivî. Heva wiha got: “Li ser nirxên ku şehîdên 14’ê Tîrmehê afirandine, gel û partiya me pêş ketiye. Divê em bi van nirxên şehîdên xwe hê zêdetir girêdayî bin û têkoşîna xwe hê mezintir bikin. Ji şehîdên 14’ê Tîrmehê heta Mehmet Tûncan, Zîlanan û ji qehremanên mîna wan re hezar silav!”
Bîranînê, bi stranên bavê şehîd Xalo Mehmet û Koma Pero Piya bi dawî bû.
KIEL
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan M. Emîn Ûca axivî, got: “Jiyana ku dijmin di wê tarîtiya zindana Amedê de dispêre girtiyên Kurd tê redkirin. Ji jiyanek azad ewqasî girêdanek mezin heye ku heval Kemal jî di axaftina xwe de tîne ziman, ‘em ewqasî ji jiyanê hez dikin ku dikarin di oxira wê de biçin mirinê’. 14’ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mezin a Mirinê jî vê felsefeyê ji me re dibêje. 14’ê Tîrmehê her wiha li dijî bênasnamekirinê, têkoşînek bi rûmet a nasnameyê ye jî. Ew peyam e ku divê eger wê jiyanek hebe, divê ew jî bi rûmet be.”
Ûca gotina Hayrî Dûrmûş a “li bergora min deydarê gelê xwe ye binivîsin” jî bi bîr xist, got: “Di wan şertan de ku her tişt dihat mezaxtin, hêvî dihat tinekirin, tevî ku ji bilî beden, canê wan tiştekî wan nînbû jî dibêje deyndarê gelê xwe me. Ev hevalên me bi vê çalakiya xwe hewldana rizgarkirina mirovahiyê dan.”
Ûca diyar kir ku wê têkoşînek layiqî şehîdên 14’ê Tîrmehê bidin.
Bîranîn, bi pêşendana sînevîzyonek têkîldarî berxwedana 14’ê Tîrmehê bi dawî bû.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî bîranîna 14’ê Tîrmehê hate lidarxistin.
Di aktîvîteyê de ku ji aliyê NCDK hate organîzekirin de Berdevkê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer axivî, ev anîn ziman: “Li beramberî faşîzmê çok nayên şikandin, berxwedan tê raberkirin. Niha jî hevalên van berxwedêran heman kevneşopiyê li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever û Şirnexê di her qadê jiyanê de pêk tînin.”
Koçer bi bîr xist ku “têkoşîna van berxwedêran îro li ser navê mirovahî û demokrasiyê gelek destkeftiyên mezin afirandine” û wiha pê de çû: “Wan mirovahî fêrî me kirin. Li beramberî faşîzmê çok nayên şikandin, berxwedan tê raberkirin. Niha jî hevrêyên vê kevneşopiyê wek Mehmet Tûncan, Pakîzeyan, Fatmayan, Asiyeyan dewam dike.”
Piştî bîranînê, li ber Stasyona Navendî ya Trenê ya Hannoverê ji bo 14’ê Tîrmehê meşek hate lidarxistin. Di meşê de posterên şehîdên 14’ê Tîrmehê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di meşê de her wiha dostên Kurdan ên Elman û saziyên şoreşger-demokratîk jî amade bûn.