Kankiliç: Berxwedana 14’ê Tîrmehê pergala serwer a Tirk serobino kir

Kankiliç pêvajoya berxwedanê ji ANF’ê vegot, ‘’14’ê Tîrmehê bû giyanê berxwedêriya Kurdan. Encex bi fêhmkirina berxwedana 14’ê Tîrmehê raperîna Kurdan dikare were fêhmkirin.’’

Yek ji şahidê berxwedan 142’ê Tîrmehê Hamît Kankiliç got berxwedanê polîtîkaya îmha û înkarê ya pergala serwer a Tirk hilweşandiye.

Kankiliç pêvajoya berxwedanê ji ANF’ê re vegot, ‘’14’ê Tîrmehê bû giyanê berxwedêriya Kurdan. Encex bi fêhmkirina berxwedana 14’ê Tîrmehê  raperîna Kurdan dikare were fêhmkirin.’’

Hamît Kankiliç yek ji wan şoreşgeran e ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin jiyaye. Dema ku hevrûyê rûyê dewletê yê dilhişk û nîjaperest bûye, Kankiliç hê 18 salî bûye û ji Doza Sereke ya PKK’ê mehkûm bûye û 20 salan di girtîgehê de maye. Kankiliç ê ku beriya Darbeya 12’ê Îlonê bi 3 mehan, Hezîranê hatî girtin û ew anîn zindana Amedê weke duh bi bîra wî tê wiha got:

 ‘’Li derdora girtîgehê ji bilî xaniyên ku serobero hatibûne lêkirin xanî nebûn, dema ku ez çav li vê bergehê ketim di dilê xwe de min got, li vê derê me bikujin jî wê kesek pê nehise. Şertên girtîgehê ku mirov dikarîbû jê re normal bibêje jî piştî darbeya leşkerî bi temamî guherîn. Êşkence sîstematîk bû tiştekî rûtîn. Roja dîtir a piştî darbeyê helwestên leşkeran guherîn. Ji zeraqeyan deng derdixistin, bi mebesta ku girtiyan aciz bikin. Hefteya pêşî dema ku ziyaretên malbatan ên ku hatibûn qedexekirin dîsa dest pê kirin hin rêgezên wekî, awayê meşê, tekmîldayinê û rêgezên leşkerî yên ku divê em pêk bînin li ser me ferz kirin. Helbet me ev lêferzkirin qebûl nekirin û zext zêde bûn. Ber bi dawiya meha îlonê ve pora me, simbêlên me hatin jêkirin. Dixwestin bedena me hemûyî bikin bedeneke leşkerî. Li hemberî vê rewşa xirab 1’ê Çile yê sala 1981’an biryara grêva birçîbûnê hate standin. Ji bo ku dawî li grêva birçîbûnê bînin roja duyê ya grêvê leşkeran bi ser koxuşan de girt û bi zincîr û daran li girtiyan xistin, xwestin ku bi zorê xwarinê bi me bidin xwarin û dema ku me nedixwar jî em dikirin feleqeyê. Pêşî wê demê me hicre nas kir. Wê demê em bi Mustafa Karasu re li koxuşa 22. diman û em xistin hicreyan. Grêva birçîbûnê 12 rojan dom kir lê êşkence tim zêde kirin. Duaya xwarinê ya bi zorê li ferzkirina disîplîna leşkerî zêde kirin.’’

 ‘ROJIYA MIRINÊ YA PÊŞÎ DI SIBATA 1981’AN DE DESTPÊ KIR’

Wê  navberê Meclut Başçavûş ku ji xwe re ‘gestapo’ digot çû û li şûna wî Esat Oktay Yildiran hat. Esat Oktay çawa ku hat bi komando û sirûdên leşkerî li hicreyan geriya û xwest ku li ser girtiyan çewisandina psîkolojîk pêk bîne. Kankiliç got, li hemberî van êşkenceyên ku her  diçû zêdetir dibûn di Sibata 1981’an de rojiya mirinê ya pêşî çêbû û wiha dom kir:

‘’Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Muzaffer Ayata, Riza Altun, Yilmaz Uzun, Alî Erek jî di nav de 15 hevalên me dest bi rojiya mirinê kirin. Hevalên me yên ku rojiya mirinê dabûn dest pê kirin di qata pêşî de kiribûn hicreyan. Di vê pêvajoya berxwedanê de carinan ji ber ku em 60 kes jî diman, dema ku hijmara me dadiket 15’an ji me weye em li qesra qirêl in. Hicre bi meyl bûn, av nediherikî, ji bo vê jî dema ku baran dibariye me ava ku ji boriyên hesin diherikî dicivand. Rojiya Mirinê tam 45 rojan dom kir. Hevalê me Alî Erek şehîd ket. Di roja 45. a rojiya mirinê de Esat Oktay ê ku bi Hayrî Durmuş û Kemal Pîr re axivî, got, daxwazên wan hatine qebûlkirin. Rojiya Mirinê qediya lê ew li ser soza xwe neman.’’

 ‘LI HEMBERÎ FERZKIRINA ÎXANETÊ BERXWEDAN MIRINÊ’

Kankiliç diyar kir, ji bo ku dawî li zextên girtîgehan bînin berxwedan birine dadgehan û pêvajoya 14’ê Tîrmehê wiha got:

 ‘’ Ji ber ku êşkenceyên li girtîgehan zêde dibûn, hevalên Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Mazlum Dogan ku li hicreya 35’ê diman û berxwedan bi awayekî fiîlî bi rê ve dibirin biryar dan ku veguhezînin dadgehê jî. Doza Sereke ya PKK’ê çar herêm vedihewandin. Dadgehên ku bi giştî em çaro çaro dibirin, bi armanca ku berxwedanê bişikînin êdî em herêm herêm dibirin. Di pêvajoya ber bi sala 1982’an ve li girtîgean gelek êşkenceyên li derî êqil û zext hatin pêk anîn ên wekî;  danxwarina pîsiyê, vemirandina çixareyê ya li ser bedena me, bi zorê xwendina sirûdan, li dadgehê astengkirina parastinê siyasî. Dewletê bi van êşkence û zextan ne ku dixwest em tenê li gorî rêgezan biçin, her wiha dixwestin ku em bibin mikurhatî, îxanetkar. Esat Oktay bi van êşkenceyên sîstematîk armanca xwe wiha digot, ‘’ Em ê wê bînin halekî wilo ku em bixwazin we derxînin derve jî hûn ê nexwazin ku hûn derkevin.’’ Ji bo pêşî lê vê çûyina malkambax bigire hevalê me Mezlûm Dogan di sala 1982’yê de, şeva ku 20’ê Adarê bi 21’ê Adarê ve girêdide bi vêxistina 3 darikên niftikê xwe dar ve kir û çalakiya xwe pêk anî. Ferhat Kurtay, Eşref Aynik, Mahmût Zengîn û Nemcî Oner ku bi vî tiştî hisiyan, 18’ê Gulanê  bi destê hev girtin û bedana xwe dane berê gir. Van çalakiyan bandoreke mezin kir li girtîgeha ku teslîmbûn dihate ferzkirin. Hevalên Hayrî Durmuş û Kemal Pîr ku her yekê li hicreyeke cihê diman biryara berxwedaneke nû dabûn.

14’ê Tîrmeha 1982’yan dadgeha grûba Rihayê hebû. Wê sibehê destê me girêdayî, rûyê me ber bi dîwêr ve bi saetan li korîdorê hatin rawestandin, piştre em li rîngê siwar kirin û birin dadgehê. Hevalê Hayrî Durmuş bi rikdarî mafê axaftinê dixwest û digot ew ê daxuyaniyên girîng bide. Şandeya dadgehê jî destûra axaftinê nedida kesên ku parastina siyasî dikin. Hayrî Durmuş di axaftina xwe de got, li hemberî gelê Kurdistanê berpirsyariya xwe bi cih neaniye û deyndare gelê xwe ye û wiha got, ‘’Ku ez mirin li ser kêla min binivisînin,’deyndarê gelê xwe bû’ û got ev dadgeha dawiye ku dikeviyê û biryara rojiya mirinê daye. Piştre hevalê Kemal Pîr rabû û got ew jî  li pey hevalê Hayrî Durmuş e û ew ê jî careke dî tevlî dadgehê nebe. Serokê dadgehê Emrullah Kaya got,’’Xêr e Kemal, qey tu ji jiyanê hez nakî?’ Kemal Pîr, ‘’Em ew qasî ji jiyanê hez dikin dikarin di ber de bimirin’’ Piştre hevalên Alî Çîçek, Alî Kiliç, Bedrettîn Kavak û A. K rabûn û gotin ew jî dikevin rojiya mirinê. Bi vî awayî bi şeş kesan rojiya mirinê dest pê kir. Heya wê demê jî heya me jî ji rojiya mirinê nebû.’’

DEWLET DI ŞOKÊ DE YE…

Bi biryara rojiya mirinê re dewlet kete şokê. Wê rojê piştî dadgehê cara pêşî dema ku destê me kelemçe kirin, dema ku em li rîngê siwar kirin, dema ku em li girtîgehê daxistin û destê me vekirin li me nexistin. Esat Oktay hat, qesta rojiya mirinê ya Sibata 1981’an kir û ji hevalê Kemal Pîr re got, ‘naxwe çima wê demê tu nemirî?’’ Hevalê Kemal jî got, ‘’wê demê me nedizanî ku em bimirin lê niha em hîn bûn.’’ Piştî vê, cara pêşî bû  bêyî ku li me bixin em xistin hicreyan. Hevalê Hayrî bi rêya boriyên muslixan bi hevalê Mustafa Karasu re axivî. Hevalê Hayrî dema dît ku hevalê Mustafa bi rikdarî dixwaze bikeve rojiya mirinê, xwest ku wî jê vegerîne û gotê, ‘Na, ev heval emanetî te ne.’’ Roja dîtir dema ku Kemal Pîr, Hayrî Durmuş ji hicreya 35. birin a 36. hevalê Akîf Yilmaz û Fuat Kav jî dest bi rojiya mirinê kirin. Piştre jî Mustafa Karasu dest bi rojiya mirinê kir. Di roja 20. a rojiya mirinê de ez jî tevlî wan bûm û ez jî birim hicreya 36. ku hevalên din jî tê de bû. Bi mebesta ku têkiliya me asteng bikin di navbera du hicreyan de hicreyeke vala hiştibûn.

ŞEHADETA KEMAL PÎR

Di roja 40. a rojiya mirinê de hevalê Kemal Pîr ku li hicreya qata 4’an dima êdî hew didît. Hevalê Kemal Pîr bi armanca ku moralê hevalan neşike nehişt ku kesek bi vê derxîne. Piştî doktorê ku bi Esat Oktay re hatî û bi vê rewşê pê derxistî, me pê derxist ku êdî nema dibîne. Dema ku em ketibûn roja 50’yî ya rojiya mirinê de, dema ku ji hevalê Kemal Pîr ku her sibeh ji bo ku hevalan şiyar bike deng derdixist, vê carê deng jê nehat em giş ketin meraqê. Îdareya girtîgehê ku qêrînên me yên ‘’Kemal, Kemal!..’’ bihistîn, ji bo ku rewşê fêhm bike piştî nîvro hate hicreya Kemal Pîr. Hevalê Kemal şehîd ketibû. Leşkerên ku dîtin em li ber hesinên hicrikê xwe nadin alî, bedena bê rih a Kemal Pîr li betaniyê pêçan û birin. Wê rojê li tevahiya girtîgehê xemgîniyek hebû. Em pir dilzîz bûn. Piştre hevalên Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Fuat Kav, Bedrettîn Kavak û Alî Çîçek birin nexweşxaneyê. Me nizanîbû bê ka li nexweşxaneyê çi dibe. Di roja 56. de hevalê Hayrî û di roja 60. hevalê Akîf û piştre hemû hevalên din ên ku ketibûn rojiya mirinê şehîd ketin.’’

 'BÛ GIYANÊ BERXWEDANÊ YÊ GELÊ KURD’

Kankiliç diyar kir, piştî berxwedana rojiya mirinê ya mezin rêveberiya girtîgehê neçar ma ku bi paş ve gav bavêje û li dadgehê mafê parastina siyasî hatiye naskirin û zext û zordarî kêm bûne.

Kankiliç ku 8 salan li zindana Amedê mayî, piştî 14’ê Tîrmehê berxwedan xurttir bûne û rojiya mirinê ya ku 1983’an, Îlonê, li zindana Amedê dest pê kirî bûbû serhildaneke fiîlî. Kankiliç diyar kir ku bi vê wateyê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê weke xaleke şikestinê bûye dîrok û wiha pê de çû: ‘’

‘’14’ê Tîrmehê ji bo têkoşîna demokrasiya Kurdan û Tirkan bûye xaleke berxwedanê. Berxwedana zindana Amedê , polîtîkayên îmha û înkarê ya pergala serweriya Tirk ku piştî şikestina raperîna Sêx Seîd û Agiriyê digot me Kurd xistin bin betonê, serobino kiriye û her wiha bûye sedem ku gelê Kurd baweriya xwe bi tevgera şoreşger a Kurd bîne. 14’ê Tîrmehê, Berxedana Rojiya Mirinê ya Mezin di polîtîkaya Kurdan de qelşeke mezin pêk aniye û ji bo Kurdan pêvajoyeke nû ya berxwedanê daye despêkirin.

Ji îro ve dema mirov dimeyzêne, polîtîkayên dewletê yên aresteyî tunekirina Kurdan ku ji 12’ê Îlonê ve domdar e qet neguheriye. Bi naskirina nasnameya civakî ya gelê Kurd, ku yek ji gelê herî qedîm a vê cografyayê ye, wê pirsgirêk çareser bibe. 14’ê Tîrmehê bû giyanê gelên vê cografyaye ku dixwazin bi hev re bi aştî û azadiyê bijîn. 14’ê Tîrmehê were fêhmkirin wê rabûna Kurdan a vê demê wê were fêhmkirin.’’

...