Siyasetmedarê Kurd Kavak di greva birçîbûnê de ye
Siyasetmedarê Kurd Bederttîn Kavak ê li Elmanyayê girtî ye, bi armanca şermezarkirina şert û mercên giran ên tecrîdê û zextên tên kirin, ev 11 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak ê 24 salan li zîndanên dewleta Tirk a faşîst hat girtin, niha jî di zîndanên dewleta Elman de ye. Doza darizandina Kavak, li ber qedandinê ye.
Rûniştina dozê, li Dadgeha Eyaleta Hambûrgê ev du roj in bi parastina Kavak dewam dike.
Di rûniştina duh û pêr de, Kavak parastina xwe kir. Kavak di axaftina xwe ya duh a li rûniştina dadgehê de Kavak diyar kir, ku ew di greva birçîbûnê de ye.
Kavak di dewama axaftina xwe ya li rûniştina dozê de got, "Ji PKK a ku hûn jê re dibêjin terorîst, divê hûn li ser navê mirovahiyê gelek tiştan jê hîn bibin."
Kavak destnîşan kir, heta ku emrê wî têrê bike, ew ê ji bo gelê xwe siyasetê bike û xizmetkarê gelê xwe be.
BIRYAR WÊ DI 3'Ê TEBAXÊ DE BÊ DAYÎN
Têkildarî doza siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak ê 11 roj in di greva birçîbûnê de ye, dihat payîn ku biryar di 27'ê Tîrmehê de were dayîn. Lê belê doz heta 3'ê Tebaxê hat dirêjkirin. Çav li rê ye biryara dawî di vê demê de were dayîn.