Pêşangeha Rojava ya li PE gelekî balê dikişîne

Pêşangeha wêneyan a li ser jiyan û têkoşîna Rojavayê Kurdistanê, ku li Parlamenta Ewropa (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê hatiye vekirin, gelekî balê dikişîne.

Pêşangeha wêneyan a li ser jiyan û têkoşîna Rojavayê Kurdistanê, ku li Parlamenta Ewropa ya li paytexta Belçîka Brukselê hatiye vekirin, gelekî balê dikişîne.

Duh jî Kurdistaniyên li Brukselê dijîn li pêşangehê geriyan.

Pêşangeha roja Sêşemê vebû, wê hefteyekê vekirî be û mirov karibin ziyaret bikin.

Pêşangeha ji wêneyên Thomas Schmîdînger pêk tê, pêvajoay şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê vedibêje.

...