Meşa li Atînayê ya ji bo Ocalan di roja 2. de ye

Kurdên li Atînayê, meşa xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan dewam dikin.

Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atîna û derdora wê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh bi pêşengiya ciwanan dest bi meşeke dirêj a 2 rojan kiribûn.

Meşa ji bajarokê Lavrîonê destpê kir, bi coşeke mezin dewam dike. Ciwan li gund û herêmên jê derbas dibin, belavokên li ser armanca çalakiyê belav dikin.

Berdevkê Meclîsa Gelê Kurd a li Yewnanîstanê Bahattîn Kobanê daxuyaniyek da û got, "Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Atînayê dijîn, ku tevlî mîtînga me ya roja Şemiyê bibin."

Meş wê îro heta bajarokê Glîka Nera dewam bike.

Sibe jî wê li ber Sefaretxaneya Tirk a li Atînayê bi mîtîngekê biqede.

...