Sariyildiz: Divê gelê me bi biryardarî li Kurdistanê bimîne

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz nerazîbûn nîşanî bêdengiya cîhanê ya li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê da û banga "Bila gelê me bi biryardarî li Kurdistanê bimîne û berxwedana xwe bidomîne" li gel kir.

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz nerazîbûn nîşanî bêdengiya cîhanê ya li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê da û banga "Bila gelê me bi biryardarî li Kurdistanê bimîne û li ber xwe bide" li gel kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, li ser xebatên xwe yên dîplomasiyê agahî da ANF'ê.

Sariyildiz da xuyakirin, ku armancek ji hatina wan a Ewropayê, vegotina wehşeta li Kurdistanê hatiye kirin e û got, "Me xwest bi gelê xwe yê li Ewropayê re jî parve bikin, ku ji her aliyan ve bi rewşê zanibe. Me ne tenê wehşeta li Cizîrê, ya li tevahiya Kurdistanê ji her alî ve ji rayedarên hikûmetan re ragihand. Mînak; em bi Alîkarê Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel Arnold Vaatz re rûniştin. Li Îngilîstanê me bi senator û lordan re hevdîtin kirin. Li Îtalya, Swîsre, Awûstûryayê bi rayedarên hikûmetê re me danûstandin kirin. Wekî din bi berdevk û nûnerên partiyan re em rûniştin. Gelek ji wan matmayî man. Hin ji wan gotin, 'Me dizanîbûn li wir komkujiyek heye, lê me ne dizanî di vê astê de ye."

'EM Ê SERÎ LI DÎWANA EDALETÊ YA LAHEYÊ BIDIN'

Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz da xuyakirin, ku tevî van hevdîtinan, ew ê serî li Dîwana Edaletê ya Laheyê bidin û got, "Di heman demê de, ji ber sûcên li dijî mirovahiyê yên li Cizîrê, me li cem Serdozgeriya Dadgeha Federal a Elmanayyê giliyê berpirsyaran kirin. Me giliyê Erdogan, Serokê Fermandariya Giştî û her kesên benzîn bi ser zarokên me ve rijandin û ew şewitandin, giliyê hemû kujeran kirin. Ev tiştekî nû ye. Li Ewropayê gelekî deng veda. Ewropa êdî kêm zêde bi polîtîkayên Erdogan dizane."

DOZÊN LI ELMANYAYÊ HATIN VEKIRIN

Faysal Sariyildiz bibîr xist, ku cara yekemîn e li derveyî welat li hemberî Serokkomarê Komara Tirkiyeyê û fermandarên artêşê dozeke bi vî rengî tê vekirin û got, "Parêzerên me dosya pêşkêşî dadgehê kirin. Ji niha ve mirov nikarin bêjin bê dadgehê vê qebûl bike yan na. Ji ber ku dadgeriya Elman jî bi rengekî serbixwe tevnagere. Ew jî li gorî nêzîkatiyên polîtîk, siyasî yên dewleta Elman helwestê nîşan dide. Mixabin rastiyeke bi vî rengî heye. Dozdar xizmên du mirovên me yên bi rengekî wehşî hatine qetilkirin e. Di heman demê de malbatên welatiyên Elman jî hene. Welatiyên Elman xizmên xwe ji dest dane, lewma ji bo qebûlkirina vê dosyayê, ev rewş têrê dike."

'BANGA PIŞTGIRIYÊ'

Sariyildiz li ser hewldanên AKP'ê yên valakirina Kurdistanê got, "Ji hesabên roja îro bêhtir, ji bo dema pêş bi rengekî mayînde dixwazin Kurdistanê bê Kurdan bihêlin. Ev komkujiyeke spî ye, pêkanîneke jenosîdê ye. Lewma divê gelê me li hemberî vê bêdeng nemîne."

Sariyildiz diyar kir, li Kurdistanê ne tenê bajar tên xerakirin, di asteke xetere de ekosîstem tê şewitandin û got, "Bi rojan e çiyayên Licê, Cûdî, Gabar dişewitin. Hewl didin vê qada jiyanê bikin ku zindî lê nemîne. Lewma divê gelê me bi biryardarî li dijî vê yekê li Kurdistanê bimîne û berxwedana xwe bidomîne."

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz herî dawî bang li hemû beşên civaka Tirkiyeyê, bi taybetî kedkar û bindestan kir, ku li dijî vê sîstema zilmê bisekinin û got, "Nahêlin zarokên me hewcedarî namerdan bimînin. Em hîn bêhtir destekê bidin kampanya xwedîderketina malbatan a li hev."