Giliyê Erdogan hat kirin, ji ber ku li dijûnên li Ermeniyan guhdarî kir
Wekîlê HDP’ê Paylan giliyê Erdogan kir, ji ber sedema dema ku sixêf li Ermeniyan hate kirin xwe kerr kir.
Wekîlê HDP’ê Paylan giliyê Erdogan kir, ji ber sedema dema ku sixêf li Ermeniyan hate kirin xwe kerr kir.
Wekîlê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan giliyê Serokkomarê Tirk Erdogan kir, ku di dema mîtîngeke wî de dijîn li Ermeniyan hat kirin û wî jî xwe li ber kerr kir.
Erdogan 15’ê Cotmehê bi şandeya gel xwe ji bo mîtîngekê çûbû Trabzonê. AKP’yî yên ku tevlê mîtîngê bûyin di dema axaftina Erdogan de, gelek caran gotin, ‘’P*çên Ermenan nikarin pêşî li me bigirin’’ û dijûn li gelê Ermen kirin. Paylan got, ‘’Dema ku ev dijûn li gelê Ermenan hate kirin Erdogan, wezîr û şandeya pê re guhdarî kirin û qet nebûn asteng.’’
Paylan der heqê endamên Komîteya Amadekar ên ku Erdogan pêşwazî kirin û der heqê wan kesan de ku dijûn kirin, bi parêzer Levent Pişkîn ji ber sûcên Sokirina Gel a Kîn û Dijminahiyê yan jî Kêmkirin.ê (QCT 216) û Dijûnan (QCT 125) li Dozgeriya Komarê ya Stenbolê gilî kir.