BI DÎMEN

Kurdistaniyan li pêşiya avahiya Eûtelsatê kon vedan

Li Parîsê li pêşiya avahiya Eûtelsat a ku weşana Med Nûçe TV û Newroz TV tarî kir bi çalakiya kon hate protestokirin. Wê çalakî 3 rojan ji saet 11:00 heta 15:00’an dewam bike.

Li paytext Parîs a Fransayê çalakiyên ku li dijî Eûtelsat a ku bi fermana dewleta Tirk dawî li weşana Med Nûçe TV û Newroz TV anî dewam dikin.

Di pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Evry û Parîsê di saet 11:00’an de li pêşiya avahiya Eûtelsatê kon hate vedan û standa agahdarkirinê hate avakirin.

Di çalakiyê de li gel dovîzên ku sembolên Med Nûçe, Newroz TV, Zarok TV û 10 TV’yê pankarta “Eûtelsat lingê sansurê ya dewleta Tirk e.” vekirin.

Di çalakiya kon de têkildarî desteftiyên qirêj ên di navbera dewleta Tirk û Eûtelsatê de belavokên ku hatibûn amadekirin hatin belavkirin. Bang hate kirin ku divê patiyên siyasî yên Fransî û rêxistinên civaka sivîl li dijî polîtîkayên zextê yên dewleta Tirk bêdeng nebin û rê nedin ku derbasî Ewropayê bibe.

Çalakiya kon a protestoyê ya Eûtelsatê wê 3 rojan di saet 11:00 heta 15:00’an dewam bike, banga beşdariyê hate kirin û dirûşmên “Diktator Erdogan, Hevkar Erdogan” hatin qîrkirin.

...