Waliyê Dîlokê xwedî li endamê DAIŞ'ê derket
Waliyê Dîlokê Alî Yerlîkaya, ji bo endamê DAIŞ'ê Mehmet Kadîr Cebael ê di operasyona duh a polîsan de bombeya li ser xwe teqand got, "Ji bo zerarê nede cîranan, xwe li înşaeta aliyê din teqand."
Waliyê Dîlokê Alî Yerlîkaya, ji bo endamê DAIŞ'ê Mehmet Kadîr Cebael ê di operasyona duh a polîsan de bombeya li ser xwe teqand got, "Ji bo zerarê nede cîranan, xwe li înşaeta aliyê din teqand."
Waliyê Tirk ê li Dîlokê Alî Yerlîkaya li ser operasyona duh a li dijî DAIŞ'ê, daxuyaniyeke sosret da.
Yerlîkaya li ser operasyonê agahî da û got, "Cih hat tespîtkirin, hevalên me yekser çûn wê derê. Ji bo zerarê nede cîranan, xwe li înşaeta li aliyê din diteqîne."
Di operasyona duh de 3 polîs miribûn, 8 kes jî birîndar bûbûn.
Derket holê, Mehmet Kadîr Cebael ê xwe teqand, yek ji kiryarên komkujiya Enqereyê ye. Di gilînameya komkujiya Enqereyê de Cebael weke bersûcê 12. cih digire û yek ji rêveberê DAIŞ'ê tê nîşandan.
Walî Yerlîkaya, di daxuyaniyeke xwe ya 27'ê Gulana 2016'an a li ser çeteyekî DAIŞ'ê Haci Alî Dûrmaz ewilî gotibû 'Hai Dûrmaz beg", piştre gotibû" Terorîst Haci Dûrmaz."