Tuncel: Kurdan Tirkiye li derveyî Mûsilê hişt

Tuncel li Amedê bi karkeran re civînek li dar xist û di civînê de got, divê em xwe di serketinê de kilît bikin.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel bi karkerên Sendîkaya Kakeran a Kar ên DÎSK’ê re li Amedê civiya.

Tuncel di civînê de wiha got: ‘’Di vê serdema dîrokî de têkoşîna me wê diyar bike bê ka siberoja me wê çawa be.’’

Tuncel di axaftina xwe de wiha anî ziman:  ‘’Divê em li serketinê xwe asê bikin. Kurd di serdema xwe ya herî xurt de ne. Îro li Mûsilê hevseng diguherin. Tirkiye nekarî biçe Mûsilê. Ew blok feşkilî. Îro Tirkiye ji bo Mûsilê şandeyek şand Bexdayê. Ev nîşaneya neçariya dewleat Tirk e. Planên wan ên A, B, C hene xwedêgiravî. Niyeta wan diyar e; dixwazin li Rojhilata Navîn şerê mezhebî bikin. Bi polîtîkayên xwe li derveyî hevkêşeya Rojhilata Navîn man. Ê ku Tirkiye li derve hiştî jî têkoşîna gelê Kurdistanê bû.’’