Şehîdên Cotmehê li Hîldesheîmê hatin bîranîn

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, Şehîdên Cotmehê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komîsyona Malbatên Şehîd û Windayan ve hat organîzekirin. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Di merasîmê de li ser jiyan û têkoşîna Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25'ê Cotmeha 1992'an de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, Dilar Gencxemîs (Arîn Mîrkan) a 5'ê Cotmeha 2014'an li Kobanê jiyana xwe ji dest da, axaftin hat kirin. Di merasîmê de fîlmê 'Bêrîtan' ê ji aliyê Halîl Ûysal ve di sala 2006'an de hat kişandin, hat nîşandan.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" qediya.