Berxwedana gelê Kurd a azadiyê ya li dijî faşîzma AKP'ê çiqas bilind dibe û ji beşeke dinê destek dibîne, êrîşkariya faşîst a Tayîp Erdogan jî ewçend zêde dibe. Rêveberiya Tayîp Erdogan ku hebûn û desthilata xwe bi serketina komkujiya Kurdan ve girêdaye li dijî her cure destkeftên Kurdî û kesên ku azadiya Kurdan destek dikin, mîna gayên Spanyayî yên çav bi rengê sor ketin êrîş dike. Tayîp Erdogan û şirîkên wî li dijî gel çekan wek çov bi kar tînin û wisa hizir dikin ku ew bi tenê dikarin çek û çovan bi dest bixin û bi kar bînin. Çi gava ku çek xisarê didin wî jî, wê demê dike qêrîn. Hemû dijberên xwe bi pênaseya „terorîstî û xayîntiyê" gunehbar dike, vê jî wek merîfetekê dihesibîne.
Niha bêtir tê fahmkirin ku rêveberiya T.Erdogan çima tevahiya çapemeniyê desteser dike û yên nikare desteser bike jî bi riya rêveberiya rewşa awarte dide girtin. Her cure komkujiyê pêktîne û serî li her cure bêexlaqiyê jî dide. Bi awayekî durutî jî vana davêje ser yên dijberên xwe. Vana jî bi tenê bi riya çapameniya alîgirên xwe dikare veşêre. Bi riya çapemeniya ku bi tevahî di bin destê wî de ye, xerabiyên xwe wek yên 'kesên din' dide nîşan. Bêguman ev rewş dide nîşan ku rêveberiya T. Erdogan hinde ne hêzdar e, nexwasim pir zeyîf e.
Yek ji terzê ku zeyîftiya T. Erdogan dide nîşan jî gotina yê hemberê xwe seranser digire û mîna ku wî gotibe bi kar tîne. Wek nimûne; Bizava Azadiya Kurd dibêje: Her roj bi dehan kesên ku li kolanan ji aliyê faşîzma AKP'ê ve tên girtin û kuştin ji ber Kurdbûna wan tên qetilkirin û girtin. Heman tiştê T. Erdogan jî li dijî Bizava Azadiya Kurd bi kar tine. Ji bo Kurdên ajan û sîxur yên ji aliyê Bizava Azadiyê ve tên cezakirin dibêje: Ji ber Kurd in tên cezakirin. Di rastiyê de ne ji ber Kurdbûna wan, nexasim ji ber ku ajantiya rêveberiya AKP ya faşîst û komkujer dikin tên cezakirin.
Li ba T. Erdogan û rêveberiya AKP'ê mentalîteyeke wisa heye ku li gorî wan ew bi tenê mirov in û mafên wan yên jiyanê heye. Li Tirkiyeyê yek kes jî li dijî AKP'ê be û siyaseta wan nepejirîne ew misoger „terorist û xayîn" e. Herwisa ji aliyê çekên AKP'ê ve qetla wan jî wacip e!.. Li gorî hişmendiya T. Erdogan rêveberiya AKP'ê dikare dest deyne ser malê her kesî, canê wan bistîne û ev ji wan re serbest e. Lê kengê ku kesek li dijî siyaseta AKP ê derket û li dijî wan têkoşiya wê demê qiyametê radikin. Bêguman ev hişmendî aîdê dîktatorên faşîst e.
Di rojên dawiyê de ev hişmendiya T. Erdogan û rêveberiya AKP'ê li her derê belav dibe. Lewre gava ku rêveberiya T. Erdogan bi tawana ku PKK yî ne êrîşê Kurdan kirî û hinan jî qetil kirîn, hêzên azadiya Kurd jî bi tawana ku AKP yî ne hind kesan girtine û ceza kirine. Şerê di navbera PKK û dewleta Tirk de vaye gihiştiye qonaxeke wiha ya qesas bi qesasê. Bêguman ev rewş ne baş e û xetere jî. Helbet ev rewş nayê xwestin. Her kes dixwaze ku pirsgirêk bi riya siyaseta demokratîk bê çareserkirin, ne bi şerî! Lê eger ji ber hind sedeman siyaset xitimî be û şer dihête rojevê, helbet divê hind qaîdeyên wî jî hebin.
Vaye rêveberiya Erdogan vê rewşê red dike. Dixwaze di şer de ti qaîde nebin an jî dixwaze her tişt li gorî xwesteka wî be. Di bikaranîna terora dewletê ya faşîst de dixwaze her tişt li gorî wî sazkar bibe. Dema berxwedana gelê Kurd geş dibe jî, vê carê êrîşkariya wî zêdetir dibe. Li gorî T. Erdogan pêwist e ew êrîş bike, bisoje, birûxîne, terorê bikar bîne û komkujiyan bike, encax yên tên qetilkirin di dema candayînê de jî divê xwe nelivînin!..Eger bilivin ango li ber xwe bidin wê demê dê „Stratejiya nû" têxe meriyetê. Stratejiya behsa wê dike jî, zêdekirina komkujî, girtin, sotin û rûxandinan e. Dema vana dike jî yên li hemberê xwe sûcdar dike û dibêje:Hûn bûyîn sedem.
Wek nimûne; di rojên dawiyê de gava ajanên AKP'yî tên girtin û cezakirin rêveberiya AKP'ê lez daye komkujî û girtinan. Artêş, polîs û çeteyên faşîst bêtir bera ser gelê Kurd û welatparêzan dide. Wisa têgihiştin ku wê hewlbide her çi tiştên aide gelê Kurd be, ji holê rake û tine bike. Li gorî hêza xwe jî wê vana bike. Jixwe mafên destnedayîna parlamenteran rakir û her kêlî bi tehdît û îhtimala girtinê re rûbirû ne. Bi tayînkirina qayuman re, şaredariyên ku ji aliyê %70,%80 yên gelê Kurd ve hatîn hilbijartin dagir dike. Ji bo mafê agahîgirtinê yê gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk asteng bike dest danî ser çapemeniya azad û bi girtinan hewldide dengê wan bifetisîne.
Wisa diyar e ku eger hêza wê têrî bike, wê faşîzma AKP'ê li êrîşên xwe berdewam bike. Wê bixwaze parlamenteran bigire û partiyên demokratîk û siyasî jî bigire. Wê hewlbide komele, sendîka, saziyên hunerî û siyasî jî bigire. Ev rastî bi kiryarên faşîst ve derketine holê. Bêguman divê em li şûna ku bêjin„.çima wiha dibe?" divê dîktatoriya faşîst ya li hemberê xwe bibînin û wisa jî têbikoşîn.
Helbet ev hemû têne gihiştin. Lê yên nayên têgihiştin ev e ku rêveberiya faşîst a AKP'ê van hemû kiryaran bi hebûna berxwedana demokratîk a şoreşger ve girêdide, hêzên demokratîk û şoreşger ji komkujiyên xwe yên faşîst jî berpirsyar digire. Gelê Kurd û jinan wek sedem dide nîşan ango ji ber ku ew li ber xwe didin, AKP jî serî li terora faşîst û komkujiyan dide.
Ya rastî ji 24'ê Tîrmeha 2015'an ve di zext, bikaranîna terorê û komkujiyan de tiştek ji xwe kêm nehiştiye. Di serî de Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê gelek bajar û taxên Kurdan hatine sotin û kavilkirin. Bi dehan jin û zarok ji aliyê çeteyên faşîst yên rûreş ve li navenda kolanan hatine gulebarankirin û cesedên wan bi hefteyan li qadan hatine hiştin. Bi sedan mirovên ciwan li serê çiyan hatine kuştin, wek li Cizîrê jî hat dîtin, benzînê li brîndaran kirin û şewitandin. Goristanên Kurdan jî ji hewa ve hatin bombe barankirin, cenazeyên wan bi wesaîdên zirxî ve hatin girêdan û kişandin. Em hîç behsa Kurdên ku li bajarên Tirkiyeyê hatîn lînckirin û yên bê pirs û pirsyar hatîn zindanîkirin jî nakin. Herwisa em behsa dijûn û heqaretên Bînalî Yildirim û Tayîp Erdogan yên li dijî Kurdan jî nakin!...
Niha mîna ku yek ji van jî tinebe, wek ku terora 15 mehan a li Kurdistanê ne rastî be, Tayîp Erdogan û destpiyên wî gava leqayê hesabpirsîn û berxwedana ciwanên Kurd tên, dibe qarqara wan. Wek ku ji nû ve dest bi komkujiyan bikin, ji Kurdan re dibêjin: Em ê zextê li we bikin. Wisa tehdît dikin. Dikî bike, ma tu ji mêj ve nakî? Ji kiryarên 15 mehan zêdetir tu yê çi bikî!?
Diyar e ku dîktatoriya Erdogan a faşîst heta di encama berxwedana demokratîk û şoreşger de bê rûxandin û biçe ser sergoya dîrokê, wê di serî de gelê Kurd û jinan, wisa jî êrîşê tevahiya bindestan bike. Wê komkujiyên xwe yên faşîst zêdetir bike. Divê beriya her tiştî ev rastî bê dîtin. Ya duduyan jî, divê li dijî vê êrîşkariya faşîst jî, her kesê ku ji xwe re dibêje: 'Ez mirov im'. li ber xwe bide. Mirovbûn li dijî terora faşîst di nav berxwedanê de pêk tê. Faşîzm encax bi berxwedanê dihê rûxandin.
Berxwedan faşîzmê têk dibe, ne tişteke din. Grî, lawlaw, teslîmbûn û lavakarî ti tiştekî rizgar nake. Lewre gotine: Li hemberê faşîzmê bêdeng nebe, nexwe wê dor bê ser te jî. Ango panzehîra faşîzmê berxwedan e. Yekîtî û berxwedan, bêtir mezinkirina yekîtiyê, tekane dermanê rûxandin û rizgarbûna ji faşîzmê ye. Ciwanên Kurd û bi giştî gelê Kurd wek li dijî faşîzma DAIŞ'ê li dijî faşîzma AKP'ê jî li ber xwe didin û di serî de ciwanên Tirkiyeyê, bang li her kesî dikin ku di nav vê eniya berxwedanê de cih bigirin! Dibêjin: Em faşîzmê bi berxwedana yekgirtî ve têk bibin!...
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA