HDP: Em seferberiya siyasî û rêxistinî didin destpê kirin

HDP encamnameya civîna xwe yên rojên bihurî pêk hatî eşkere kir. Di encamnameyê de têkildarî xebatên ku di serdema bê de wê werin kirin agahî dan.

Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya berfirehkirî ku 15-16’ê Cotmehê bi tevlêbûna serokên bajaran û wekîlan pêk hatî daxuyan.

LI DIJÎ REWŞA AWARTE

Di encamnameyê de hate wiha hate gotin: ‘’Hate tespîtkirin ku di şerê Kurdistanê de, li dijî şer di tevgerkirina girseyê de û rêxistinkirina muxalefetê de kêm naye. Her wiha hate destnîşankirin ku piştî ihlbijartina 7’ê Hezîranê de di diyarkirina insîyatîfa siyasî de qels maye û têr nekiriye.’’

LI DIJÎ TECRÎDÊ

Di encamnameyê de bal hate kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate gotin ji bo çareseriyê û aştiyê rabûna tecrîda li ser Ocalan jêneger e û di her derfet û delîveyê de ji bo ku tecrîd bi dawî bibe ew ê bi rikdarî tim di nav liv û tevgerê de bin.

Her wiha bal hate kişandin ser bajarên ku xwerêveberî ragihandin û hate gotin ji bo piştevaniya madî û manewî ya li van bajarên ku xwerêveberî hatiye ragihandin ew ê kampanyayê ku hatine destpêkirin hewl bidin bigihînin hemû beşên civakî.

Di encamnameyê de behsa giringiya demokrasiya xwecih kir û ew, vê modêlê ji bo Tirkiyê jî pêşniyar dikin.

Di encamnameyê de behsa têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê hate kirin û hate gotin ji bo rewşa parşebûyî ya hêzên demokrasiyê ji holê rabe û têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê pêk were ew ê biryardar bin.

MUXALEFETA DIJÎ YEKZILAMIYÊ

Di encamnameyê de hate gotin di rojên pêş de ‘rêveberiya yekzilamî’ wê were rojevê û piştre referandûm û hilbijartina pêşwext. Hate diyarkirin ku ew ê muxalefetê li dijî rêveberiya yekzilamiyê bikin.

LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN SERDESTIYA ZILAM

Di encamnameyê de bal hate kişandin ser hişmendiya serweriya zilêm ya ku li ser jinê tê kirin û hate gotin li dijî polîtîkaên serweriya zilam bi awayekî çalak û berfireh têkoşîn yek ji biryara wan herî xurt e.

PÊNGAVA RÊXISTINBÛNÊ

Di xala pêngava rêxistinbûnê de hate gotin li dijî sîstema yekparêz a netew-dewletê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan ji bo ku gel û baweriyên cihê li ser zemîna wekheviyê bikaribin bi hev re bijîn wê xebatên xwe xurtir bimeşînin. Herwiha behsa giringiya demokrasiya tevlêker û xwecih, ji cih ve rêveberinê hate kirin û hate gotin hişmendiya aştî, azadî, wekheviyê ku hêviya siyaseta wan e bi rojevên rasteqînin bigihînin gelan.

EM Ê BI HÊZDARÎ DERBIKEVIN

Di dawiya encamnameyê de hate gotin, ew bi hişmendiya demokrasiya radîkal pêngavekê didine destpêkirin û bang li hemû gel, dost, mexdûr, muxalîf, demokrast û welatiyên xweyî ûcdan kirin da ku vê têkoşînê bi hev re geş û gur bikik.

Bi berdewamî hate gotin ti zordar ne heta hetayê ne û dîrok li wan ferz dike ku ew li dijî zordaran ber xwe bidin. Herî dawî hate gotin ku ew ê ji vê rewşa zordariyê bi hêzdariyekê derbikevin.