Salvegera damezrandina PYD'ê li bajarê Kîel ê Elmanyayê, li salona dawetê ya Megasayê hat pîrozkirin.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li vê çalakiya ku bi qasî hezar kes lê amade bûn axivî. Muslim bal kişand ser rewşa li Rojava û got, "Îro li Rojava rastiyek heye; gelekî rêxistinbûyî heye. Siyaseteke rast tê meşandin. Hêzên xwe yên parastinê hene. Di serî de Amerîka û Rûsya, hemû hêzên navneteweyî Rojava û sîstema xweseriyê baş fêhm kirine, lewma projeya wan pêşniyar dikin. Lê belê di serî de Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî, hêzên herêmî naxwazin Rojava bi hêzên navneteweyî re têkiliyê deyne. Yanî dixwazin ji bejahî ve di warê leşkerî de bi pêş ve biçin û piştre ji aliyê siyasî ve têkiliyê deynin. Rejîm û mûxalefeta Sûriyeyê jî xwedî heman nêrînê ne."
'ÊŞA GEL NABÎNIN'
Muslim da xuyakirin, ku hin hêzên navneteweyî bi rengekî cidî nêzî pirsgirêka li Sûriyeyê nabin û got, "Ji ber vê yekê tevlîheviya li Sûriyeyê carna gelekî har dibe, carna sist dibe, carna jî tê ji bîr kriin. Bi rastî jî ti hêz êşên gelê Sûriyeyê nabînin. Heta niha bi sed hezaran mirov hatin kuştin û bi hezaran xanî hatin xerakirin. Divê rijandina vê xwînê û ev şer bisekine. Yê ku vê dixwaze, tenê Kurd in. Gelek hêzan di hevdîtinên li Cenevreyê de gotin, 'Eger Kurd ne amade bin, wê tevlîheviya li Sûriyeyê çareser nebe'."
Çalakî bi gerandina govendê qediya.