Tûnç: Pêwîste hunermend bi gel re bin

Ferhat Tûnç li konsera li paytext Kopenhagenê axivî û ji hunermendan xwest li cem gel cih bigirin, ji gel jî xwest xwedî li saziyên xwe derkeve.

Hunermend Ferhat Tûnç ji aliyê Federasyona Akademîsyenan û Xwendekarên Kurd ên li Danîmarkayê ve hat vexwendin û li paytext Kopenhagenê konsereke da.

Tûnç bal kişand ser darbekariya AKP'ê û destnîşan kir, divê hunermend bi gel re bin. Tûnç got, "Pêwîste Kurd xwe li her deverê bi rêxistin bike" û ji rewşenbîr, çepgir û sosyalîstan xwest, piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan.

Ferhat Tûnç di dawiya axaftina xwe de bang li Kurdan kir, ku xwedî li saziyên xwe derkevin û got, "PKK êdî rastiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e; divê ev rastî êdî bê qebûlkirin."

Piştî Tûnç, Fûat Talay û Diyar derketin ser dikê.