Operasyona Mûsilê di roja duyemîn de ye
Operasyona Mûsilê di roja duyan de berdewam dike. Ji saet 06.00 ve şer li rojhilatê başûr ê Mûsilê giran bûye.
Operasyona Mûsilê di roja duyan de berdewam dike. Ji saet 06.00 ve şer li rojhilatê başûr ê Mûsilê giran bûye.
Di nav çarçoweya operasyonê de ku balafirên şer ên Koalîsyona Navdewletî destekeke zêde didin û artêşa Iraqê jî ji bejahiyê ve bi rê ve dibe, li derdora gundê Abbas şer giran bûye.
Artêşa Iraqê li navçeya Geyara ya li başûrê rojhilat ê Mûsilê du gund ji destê çeteyan rizgar kiribûn. Tê gotin çeteyan li gelek gundan mewzî danîne û sivîlan ji xwe re dikine mertal û ji bo vê jî operasyon bi giranî dimeşe.