Di rojnameya ETC a Swêdê de ji bo Med Nûçe bang hat kirin

NCDK-Orebro, di beşa 'Nîqaşê' ya rojnameya ETC a Swêdê de gotarek weşand û welatên ku serî li ber zextên dewleta Tirk tewandin û televîzyonên Kurd girtin, şermezar kir.

Di gotara Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) de hat bibîrxistin, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hikûmeta Tirk gelek qenalên radyo û televîzyonê girtiye û hat gotin, Tirkiyeyê herî dawî zext li saziya Fransayê Eutelsatê kir û weşana Med Nûçe da sekinandin.

NCDK-Orebro diyar kir, ti pêwendiya qenalên televîzyon û radyoyê hewldana darbeyê nînin û destnîşan kir, dewleta Tirk bi bêdengkirina çapemeniya azad re dixwaze sûcên dike ji aliyê civakê ve neyê bihîstin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji ber ku şîrketa Fransayê Eutelsatê serî li ber zextên Erdogan tewandiye, Kurdên li Ewropayê dijîn di nava fikaran de ne û hat gotin, "Cihê tirs û fikaran e ku dîktatorek bandorê li Ewropayê bike."

NCDK da xuyakirin, ku girtina qenalên Kurd ji aliyê Eutelsatê ve li dijî qanûnan e û tinekirina azadiya çapemenî û ramanê ye. NCDK'ê bang li saziyên medyayê û rojnamevanan kir, ku piştgiriyê bidin çapemeniya azad.