BI DÎMEN

Ji bo Şamoyev li Moskovayê merasîmek hate lidarxistin

Li Moskovayê ji bo Merab Şamoyev merasîmekî cenaze hate lidarxistin. KCK’ê ji bo malbatê peyam şand û diyar kir ku Şemoyev ‘Şehîdê Kedê’ ye.

Li paytext Moskova ya Rûsyayê,ji bo Merab Şamoyev ê ku endamê KNK’ê û Serokê Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurd a Navneteweyî ku dema tedawiya nexweşiya pemceşêrê didît di 15’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da, li Mala Kurd a li Moskovayê merasîmekî ya cenaze hate lidarxistin. Di merasîma ku li baxçeyê Otonamiyê de hate lidarxistin, li gel malbat Kurdistaniyên li Moskovayê dijîn, nûnerên saziyên Kurd jî beşdarî merasîmê bûn. Pîştî wecîbeyên ayînî yên li gorî baweriya Êzidiyan anîn cih û şûn de Refîkê Kamil ê ku demên dirêj li gel Merab Şamoyev jiyan kirî axaftinek kir. Kemal bal kişand ku Şamoyev salên pir dirêj ji bo gelê Kurd ked da û got: “Alîkariya her kesê dikir.”

‘BAVÊ MIN DEST XWE DIRÊJÎ HER KURDÎ DIKIR’

Kurê wî George Şamoyev jî wiha got: “Bavê min ji bo her Kurdê ku pêwîstî bi alîkariyê hebû weke dost, bira û heval bû. Hem bi nasnameya xwe ya diplomat û parêzer li hewra her Kurdekî li Rûsyayê dijiya diçû û alîkarî dikir. Îro ji ber ku hûn hatin vir we êşa me parvekir, li ser navê malbatê spas dikim.”

Di merasîmê de nûnerên KNK’ê ji malbatê re sersaxî xwest, li ser navê Komîteya Malbetên Şehîdan a KCK’ê ji bo malbata Şamoyev plaketa şehîdan da.

KCK: ŞEHÎDÊ KEDÊ YE

Di merasîmê de di peyama KCK’ê ya ku ji bo malbatê şandî de hate diyarkirin ku Şamoyev Şehîdê Kedê ye. Şamoyev bi hestên xwe yên neteweyî û bi zanîstî di têkoşîna Kurd de nêzî 20 salan têkoşîn meşand. Di peyamê de wiha hate gotin: “Em weke KCK’ê di serî de sersaxiyê ji malbata Şamoyev, gelê Êzidî û hemû welatparêzan re dixwazin, em divêjin serê gelê me sax be. Em ê bi teqez hêviya bi hezaran şehîdên xwe û Şamoyev ên Kurdistanekî azad ava bikin.”

WÊ SIBEHÊ JI BO TIFLÎSÊ BÊ OXIRKIRIN

Piştî merasîmê bi dirûşmên “Şehîd namirin” cenazeyê Şamoyev birin hindirê avahiya otonomiyê. Malbat û hevalên wî wê heta sibehê sersaxiyê qebûl bikin. Wê cenazeyê Şanoyev sibehê saet 10:00’an bi konvoyekî wê bişînin paytext Tiflîs a Gurcîstanê, wê li goristana malbatê bê definkirin.

 

...