'Tirkiye di operasyona Mûsilê de israr bike, wê zerareke mezin jê bibîne'

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken got, li pişt daxwaza desthilatdariya AKP'ê ya ji bo operasyona Mûsilê xewn û xeyalên Neo-Osmanî hene û destnîşan kir, ku ev yek wê zerareke mezin bigihîne Tirkiyeyê.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken got, li pişt daxwaza desthilatdariya AKP'ê ya ji bo operasyona Mûsilê xewn û xeyalên Neo-Osmanî hene. Balûken, nîqaşên li ser sîstema Serokatiyê û operasyona Mûsilê ji ANF'ê re nirxand.

Balûken bal kişand ser nîqaşên li ser sîstema serokatiyê û anî ziman, Erdogan ê ku şeva 15'ê Tîrmehê weke 'Xêra Xwedê' bi nav kir, ji bo bibe serok dikare serî li her tiştî bide.

Balûken diyar kir, Erdogan û ekîba wî ku beriya niha bi rêxistinên Ergenekon û cemaetê re tifaq kirin, niha jî di bin navê ruhê Yenîkapi de hewl didin MHP û CHP'ê bidin dû xwe. Balûken da zanîn, Erdogan ruhê Yenîkapi weke rêyek ber bi sîstema serokatiyê ve bi kar tîne û destnîşan kir, ku CHP û MHP jî piştgiriyê didin van planên Erdogan ku bi biryarnameyan re hewl dide bi zorê rejîmê biguherîne.

Balûken işaret bi du rêyên li pêşiya Tirkiyeyê ne kir û got, "Ya wê berê xwe bide rejîma dîktatoriyê yan jî wê biryarê li ser rejîmeke demokratîk a pir rengî bide." Balûken ragihand, heta ku ev zemîn dewam bike wê Erdogan û AKP hemû erkên qanûnî û destûra bingehîn tine bihesibînin, sîstema serokatiyê ya bi şêwazê Tirkan li ser gelên Tirkiyeyê ferz bikin.

KÊM MA YE KRÎZA ABORIYÊ RÛ BIDE

Balûken têkildarî nîqaşên referandûmeke gengaz a li ser sîstema serokatiyê jî got, di dema pêş de wê rojeva Tirkiyeyê krîza aboriyê be, ku kêm jê re ma ye. Balûken diyar kir, bi darbeya li hilbijartinên 7'ê Hezîranê hat kirin re, Tirkiye ketiye nava krîzeke mezin a siyasî û got, bi vê darbeya sivîl re valahî di rêveberiyê de derketiye holê. Li gorî Balûken, kêm ma ye krîza aboriyê rû bide û ne referandûma li ser sîstema serokatiyê, wê rojeva dema pêş krîza aboriyê be. Îdrîs Balûken destnîşan kir, ku MHP çiqasî hewl bide karê Erdogan hêsan bike jî, wê hêzên demokrasî û aştiyê bênavber civaka Tirkiyeyê di vê mijarê de hişyar bike.

ŞIBAND ENVER PAŞA

Balûken têkildarî israra Tirkiyeyê ya ji bo tevlîbûna li operasyona Mûsilê got, li pişt vê israra Erdogan û AKP'ê, xewn û xeyalên Neo-Osmanî hene. Balûken da xuyakirin, ku ev feraseta li ser dijminatiya li Kurdan ava bûye, dixwaze vîna gelên herêmê binpê bike, polîtîkaya xwe ya hegemonîk belav bike û got, "Ev polîtîka heta niha gelek caran li Sûriyeyê têk çû. Wê ji niha û pê ve jî têk biçe." Balûken bibîr xist, ku Erdogan û AKP'ê gelek caran li xwe mikur hatine, sedema bingehîn a hemû pirsgirêkên li hundir û derve, polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Sûriye û Rojhilata Navîn e û destnîşan kir, eger Tirkiye di operasyona Mûsilê de israr bike, ev yek wê zerareke mezin bide Tirkiyeyê, wê bibe felaket.

Balûken hişyarî da, ku ev helwesta Tirkiyeyê wê bi kêrî gelên Tirkiyeyê û herêmê neyê û  anî ziman, ya divê Tirkiye li Sûriye û Iraqê bike, destekkirina hewldanên aştiya mayînde ye.

Îdrîs Balûken bibîr xist, ku yek ji sedemên bingehîn ên neçareseriya li Sûriyeyê, polîtîkaya Erdogan û AKP'ê ye û got, "Erdogan û AKP, ji bo Kurdan li derve bihêle, xebatên çareseriyê yên li Sûriyeyê sabote dikin. Niha jî dînamîkên navneteweyî û herêmî yên li Mûsilê derketine holê, hewl dide sabote bike. Bi vê rêyê ji aliyekî ve hewl dide pêşî li daxwaza statuyê ya Kurdan û gelên herêmê bigire, ji aliyê din ve jî dixwaze pêşî li derba mirinê ya li DAIŞ'ê were xistin,b igire."

Balûken da xuyakirin, ku ev nêzîkatî wê Tirkiyeyê bixe nava felaketan û got, "Ev rewşa Erdogan dişibe xewn û xeyalên hegemonîk ên Enver Paşa. Enver Paşa di vê oxirê de rê li ber mirina bi sed hezaran ciwanên Anatoliyê vekir. Vê xeyalperestina Enver Paşa împaratoriyeke mezin ji nava rûpelên dîrokê bir."