Parêzer Ûrfa: Em ê nûnertiya parêzerên karker bikin
Ji Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz Ozgur Ûrfa ku ji bo desteya rêveberiyê ya Baroya Stenbolê namzet e, da xuyakirin ku ew ê di nava organ û rêveberiya baroyê de parêzerên karker temsîl bikin.
Ji Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz Ozgur Ûrfa ku ji bo desteya rêveberiyê ya Baroya Stenbolê namzet e, da xuyakirin ku ew ê di nava organ û rêveberiya baroyê de parêzerên karker temsîl bikin.
Kombûna Civata Giştî ya Baroya Stenbolê wê di dawiya vê hefteyekê de pêk were. Mîna civakên giştî yên beriya niha, îsal jî pirsgirêkên parêzerên karkeran ji aliyê namzetan ve nayên bilêvkirin.
Yên ku di vî warî de pêşniyarên şênber û rasteqîn pêşkêş dikin, Parêzerên Hemdem ên Azadîxwazin.
Koma ku parêzera xwedî tecrûbe Several Ballikaya ji bo serokatiyê namzet nîşan da, ji bo parêzerên karker di nava rêveberiya baroyê de bên temsîlkirin û mafên wan bên ewlekirin, hin pêşniyaran dike.
Ji namzetên lîsteya desteya rêveberiyê ya Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz parêzer Ozgur Ûrfa li ser rewşa parêzerên karker û berpirsyariyên Baroyê yên di vî warî de, bersiv da pirsên me.
Ûrfa da xuyakirin, ku piştî mezûn bû wî bi xwe salekê parêzeriya karker kir û bal kişand ser guhertina ku kapîtalîzmê di pîşeyê parêzeriyê de kiriye. Ûrfa got, "Parêzerî ew pîşe bû, ku mirovan baroyên xwe vedikirin û bi vî rengî dixebitîn. Lê belê veguherî wî pîşeyî ku parêzerên karker li cem parêzerekî patron bixebitin. Ji ofîsên yek an jî çend şexsan bêhtir, buroyên mezin ên ku bi sedan parêzer lê dixebitin, hatin vekirin."
JI SEDÎ 70 Ê 35 HEZAR PARÊZERAN, PARÊZERÊN KARKER IN
Li Stenbolê zêdeyî 35 hezar parêzer dixebitin. Li gorî agahiyên ji aliyê Ûrfa ve hatin dayîn, ji sedî 70 ê van parêzeran, parêzerên karker in.
Sedema wê jî; mercên neyînî yên aboriyê û nebûna derfetên parêzerên nû ji bo vekirina buroyan e.
Xuya ye ev rêje wê roj bi roj zêde bibe. Lê belê têkildarî parêzerên karker qanûnek nîne. Bi tenê, di encama têkoşîna parêzeran de 'Rêvebernameya Parêzerên pê ve girêdayî' heye ku ji aliyê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ve hatiye amadekirin.
RÊVEBERNAME HEYE, LÊ KONTROL NÎNE
Eger rêvebername were binpêkirin, divê li dijî parêzerê 'patron' lêpirsîna dîsîplînê were vekirin. Lê belê parêzer Ûrfa dibêje, "Ya rast min qet nebihîstiye ku lêpirsîneke bi vî rengî ya dîsîplînê hatiye vekirin" û wiha dewam dike "Nebûna lêpirsîn an jî cezakirina parêzerên patron, nayê wê wateyê ku her tişt bi başî dimeşin. Ji bo lêpirsîna dîsîplînê jî li benda giliyê parêzerê karker e. Parêzerê karker jî ji ber tirsa bêkarmayînê û mobbîngê nikare gilî bike."
Ji ber ku rêvebernameya ji bo parêzerên karker bi cih nayê anîn, parêzerên nû neçar in bi mûçeyê herî kêm dest bi kar bikin. Tevî vê yekê jî lazim e mehaneyan bide baroyê.
Parêzer Ozgur Ûrfa bibîr xist, ku rêveberiya Baroya Stenbolê û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê bi salan parêzeriya karker red kirine û got, "Gotin karkeriya parêzeriyê nabe. Lê belê di rewşa heyî de parêzeriya karker encamek e û jê veger nîne."
Ûrfa da xuyakirin, ku di jiyana xwe ya rojane de ew li cem ked û kedkaran e û destnîşan kir, ku di nava pîşeyê xwe de jî ew bi parêzerên karker re ne.