Li Romayê li pêşiya avahiya Eûtelsatê xwepêşandan protestoyî

Kurdên ku li paytext Roma ya Îtalyayê dijîn, ji bo protestokirina tarîkirina weşana Med Nûçe TV û Newroz TV’yê li pêşiya ofîsa Eûtelsat a Îtalyayê çalakiya kon vedan.

Çalakiya ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Ararat a Romayê îro destpê kir. Di çalakiya kon a 3 rojan wê dewam bike de, heyeta ku pêk hatî, dosyaya ku amadekirî pêşkêşî rêveberên kargeha Eûtelsatê kirin. Kurdan di dosyayê de wiha anîn ziman: “Divê Eûtelsat di warê raderbirîn û fikra azad de rêzdar be. Fransa welatê şoreşgerî û azadiyê ye. Bi xwezayî Eûtelsat li dijî netewên li Tirkiyeyê piştgiriyê nede bêmafî û otorîteriya Erdogan. Dawî li hekariya bi Tirkiyeyê re bînin û dengê Kurdan qût nekin.”

Çalakiya kon a ku wê roja Çarşemê biqede her roj di saet 14:00 heta 18:00’an dewam bike. Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberên Navenda Çandê ya Kurd a Arart ve hate dayîn, bang li hemû beşên ku li Îtalyayê dijîn kir ku xwedî li Med Nûçe TV û Newroz TV’yê derbikevin.