'Em şûrê xwe li faşîzma AKP’ê radikin'
Rêxistina Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî da xuyakirin, ku faşîzma AKP-DAIŞ’ê berê xwe daye gelan, baweriyan û jinan û got, "Em qet ne neçar in".
Rêxistina Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî da xuyakirin, ku faşîzma AKP-DAIŞ’ê berê xwe daye gelan, baweriyan û jinan û got, "Em qet ne neçar in".
Hêzên Azadiyê yê Yekbûyî (BOG), têkildarî faşîzma AKP-DAIŞ’ê daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "AKP a faşîst bi polîtîkayên xwe yên nîjatperest, şowenî, mêtinger, dagirker êrîşên xwe yên bi ser gelan de berdewam dike û xwe ji komkujiyên nû re kar dike. Hêzên polîs û artêşê yên ku faşîzma AKP-DAIŞ’ê hesar xistî stûyê wan, bi awayekî ku hefsarê xwe qetandibin êrîş dibine ser her kesê ku nasnameya 'sinnî-tirk' qebûl nakin ku desthilatdarî ji bo berjewendiyên xwe ferz dike. Mirovên azadîxwaz, yên ku bi rastî jî Sinnî û Tirk in, di hedefa vê êrîşa faşîst û komkujiyê de ne. Tê zanîn ku gelên Tirkmen ji hêla faşîzma AKP-DAIŞ’ê ve li herêma me çawa hatine qetilkirin."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin hişmendiya ku destdirêjî û tundiya li jinê rewa dibîne, komkujiya li jinê diparêze jî berhema hişmendiya faşîst a AKP-DAIŞ’ê ye û wiha hate gotin: "Polîsê AKP’ê yê ku têkildarî bombeyên li Pirsûs, Enqere, Stenbolê û li gelek deverên Tirkiye teqiyayî, nikare îstîxbaratê bibîne, di wê meha Muharremê de ku Elewî wê derkevin kuçe û kolanan, bi îstîxbaratên bombeyan heqê herî xwezayî û demokratîk ên Elewiyan asteng dike. Ev kirinên wiha gefa komkujiyê ya li ser gelan e."
'EM NE NEÇAR IN'
Di dewama daxuyaniyê de peyama berxwedanê hat dayîn û hat gotin, "Em qet ne neçar in, em gazinan nakin, nepirnisin, ne nerm in. Em şûrê xwe, ku me bi hêrsa xwe ya li zilmê sû kirine, li peyrevê Yezîtan, li faşîzma AKP'ê radikin."