NÛ BÛ

Di operasyona Mûsilê de 10 gund hatin rizgarkirin

Di operasyona Mûsilê de gelek gund û qad hatin rizgarkirin.

Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de ku danê sibehê artêşa Iraqê ji bo paqijkirina ji çeteyên DAÎŞ’ê dan destpêkirin, heta niha 10 gund hatin rizgarkirin. Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de ku ji herêma Xazir a rojhilatê Mûsilê hate destpêkirin, gundên Bedena Biçûk, Keberlî, Kanî Heram, Esqûf û Erçel û qûntarê Çiyayê Zerde hate kontrolkirin. Di saetên pêş de jî gundê Hût ê girêdayî nahiyeya Nemrûd û gundê Kanî Herem ê girêdayî Giyara, hatin rizgarkirin.

Her wiha gundekî Kakeyî yê girêdayî bajarokê Hemdaniyê yê bi navê Keberlî jî hate rizgarkirin.

DAIŞÊ’Ê ÊRÎŞEKÎ ÎNTIXARÎ LI DAR XIST

Çeteyên DAIŞ’ê li dijî yekîneyên artêşa Iraqê yên ku li gundê Bilawetê ya herêma Giyarayê bi pêş de diçûn êrşekî bi wesayîta bombebarkirî li dar xist. Li gorî agahiyên hatin girtin 70 lşerkên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.

Di van saetan de şerê dijwar li Rohilatên Mûsilê dewam dike.