Rêveberiya nû ku wê ji bo 4 salan were hilbijartin, di sala 2017'an de wê dest bi kar bike û heta sala 2020'an bixebite.
Li kantona Baselê, hilbijêrên herî girîng ên partiyan û namzetan ji biyaniyên xwedî statuya welatiyên Swîsreyê pêk tên. Partiyên siyasî û namzet, bi baldarî ji bo van hilbijêran dixebitin. Li ser navê Kurdistaniyên ku li Baselê xwedî asta herî bilind a dengan e, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daxuyaniyek weşand. Navendê da xuyakirin, ku ew ê namzetên Kurd ên li nava BastA, Partiya Sosyalîst, Kesk û partiyên din ên li nava Bloka Çep de cih digirin, destek bikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ew ê piştgiriyê bidin namzet û partiyên bala wan li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ne û bang li Kurdistaniyên welatiyên Swîsreyê yên li Baselê dijîn kir, ku dengên xwe bi kar bînin.
Di daxuyaniyê de ji Kurdistaniyên ku heta niha dengên xwe yên bi rêya nameyê bi kar neanîne hat xwestin, li van cihan dengên xwe bi kar bînin:
Basel (Roja Şemiyê 14.00 – 17.00 yan jî Yekşemê 09.00 – 12.00 )
im Rathaus (Marktplatz 9)
Bahnhof SBB (Centralbahnstrasse 18)
Polizeiwache Clara (Clarastrasse 38)
Riehen:
Gemeindehaus (Wettsteinstrasse 1), Yekşem 10.00 – 12.00 Uhr
Bettingen:
Gemeindehaus (Talweg 2), Yekşem 11.30 – 12.00