Polîsên Tirk êrîşî konê sersaxiyê kirin
Polîsên Tirk êrîşî konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YPG'ê Şakîr Korkmaz (Serhat Garzan) hatibû vedan, kirin.

Ji bo şervanê YPG'ê Şakîr Korkmaz (Serhat Garzan) ê ku di 11'ê Cotmehê de li Minbicê bi 6 hevalên xwe re şehîd bû, malbatê li taxa Şevketsumer a navçeya Akdenîz a Mêrsînê konê sersaxiyê veda.
Piştî ku kon hat vedan, polîsên Tirk bi wesayîtên zirxî ketin nava taxê û tevî ku tiştek neqewimî jî bi bombeyên gazê êrîşî konê sersaxiyê kirin. Ji ber bombeyên gazê bavê Korkmaz Îhsan Korkmaz û xaltîka wî Şoreş Aşir birîndar bûn.