Hikûmeta AKP’ê ku piştî hilbijartinên Mijdara 2015’an careke din bi tenê serê xwe desthilatdarî dagir kir, di vê salê de Tirkiye kir girtîgehek mezin. Bi taybet jî piştî 15’ê Tîrmehê, edliyeyên ku ji gotina hikûmetê dernakevin, bi alîgiran hatin tijîkirin. Di darizandinan de ku fezlekeyên polîsan ji bo dozger û dadgeran wek yekane delîl tên nirxandin, bi hezaran kes hatin girtin. Êdî parvekirinên li ser tevnên civakî, sohbetên li malê, xebatên siyasî yên parlamenteran, karên hevşaredaran, nivîsên nivîskaran, nûçeyên rojnamevanan, gotûbêjin ku mamoste bi xwendevanan re dikin, filmên sînemavanan, nêrînên akademîsyenan ji bo girtinê têrker hatin dîtin. Bi hezaran mirov, ji ber tenê nêrîna wan ne wek a hikûmetê ne, hatin binçavkirin û girtin. Wek çawa parastinên girtiyan li ber çav nayên girtin, her wiha dadgeh jî dema biryarê didin, ne rêgezên hiqûqê, polîtîkayên hikûmetê esas girtin. Niha li Tirkiyeyê, nêzî 200 hezar girtî li sedan girtîgehan tên ragirtin. Li girtîgehan ku ji kapasîteyê zêdetir hatine tijîkirin, êşkence, miameleyên keyfî, qedexe û zext kêm nabin.
BHQ BÛ HINCET
Li gor Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ya Nimro 667 ku 23’yê Tîrmehê di Rojnameya Fermî de hat weşandin, hat gotin ku hevdîtina parêzer û girtiyan dikare bi dengî û dîtbarî bên tomarkirin, dema van hevdîtinan wezîfedar dikarin amade bin, dikare belgeyên navbera parêzer û miwekîlan bên desteserkirin, hevdîtina parêzer û miwekîlan wek roj û saet bên sînordarkirin. Heta, sazûmaniyek danîne ku dibêje dikare hevdîtina parêzer û miwekîl û temsîlkirina parêzer a miwekîl bê qedexekirin. Her wiha, bi BHQ ve, hat gotin ku girtî tenê dikarin bi xizmên xwe yên herî nêz re hevdîtinê bikin, bi 3 kesên ku diyar kiribûn re nikarin hevdîtinê bikin, mafê xwe yê telefonê tenê ji her 15 rojan carekê bi kar bînin, ev jî bi kesên ku sînordarkirî wê 10 deqeyan nebihure. Îdareyên girtîgehan jî bi awayekî keyfî cezayên hucreyan li girtiyan dibirin, nahêlin ku rojname û pirtûk bikevin hundir.
DESTÛRA DÎTINA OCALAN NAYÊ DAYÎN
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgah Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, didome. Ocalan ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ti parêzerên xwe nedîtiye, piştî hevdîtina bi heyeta HDP’ê ku 5’ê Nîsana 2015’an pêk hatibû, tecrîdek şidandî li ser ket meriyetê. Di vê dema tecrîdê de, ji gelek qadan 50 kesî tenê ji bo agahiyekê ji Îmraliyê bigirin li Amedê, 5’ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin. Li ser vê jî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan, 11’ê Îlonê hevdîtin pêk anîbû. Di vê hevdîtinê de Ocalan diyar kiribû ku rewşa tenduristiya Ocalan wek berê ye, têkîldarî çareseriya pirsgirêka Krud peyamên girîng şandibûn. Bi armanca ku rewşa Ocalan ê ku 17 sal in bi tenê serê xwe li şertên giravê tê ragirtin bibîne, CPT’ê di 2’yê Gulanê de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû, şertên Ocalan û 3 girtiyên din lêkolabû. Her çiqasî, CPT’ê armanca hatine xwe mîna bê pêşniyarên hatine kirin ji hêla otoriteyên Tirk pêk hatine an ne dabe xuyakirin jî, dûvre ti daxuyaniyên têkîldarî mijarê bi raya giştî re parve nekir.
12 PARLAMENTER DI GIRTÎGEHA DE NE
Di plana tasfiyeyê ya hikûmeta AKP’ê de ku di çarçoveya Plana Têkbirinê de ket dewrê, bêguman herî zêde jî berê xwe da qada siyasî. Li her derê li dijî hevserokên HDP û DBP’ê, parlamenteran, hevşaredaran, hevserokên bajar, navçeyan û rêveber û endaman pêla girtinê ket meriyetê. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê, hikûmet ji bo vê serkeftinê tine bike her cure rêbaz bi kar anî. Şeva 4’ê Mijdarê li dijî hilbijartiyên HDP’ê operasyonên hemwext ên binçavkirinê pêk anîn. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Serokwekîlê Komê Îdrîs Balûken, Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, Parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak, Abdûllah Zeydan û Nîhat Akdogan hatin girtin û şandin girtîgehan. Serokwekîla Komê Çaglar Demîrel û Parlamentera Sêrtê Besîme Konca jî 13’ê Kanûnê hatin girtin. Êdî, 12 parlamenterên HDP’ê ku nêzî 6 mîlyon deng girtiye, ketine zindanan. Der heqê gelek parlamenterên HDP’ê jî di çarçoveya lêpirsînan de biryara anîna bi darê zorê hat derxistin.
LI DBP’Ê YÊN NEHATIN GIRTIN, NEMAN
Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ku partiya siyasî ya herî rêxistinkirî ya Kurdistanê ye, jî di hedefa hikûmetê de bû. Di sala dawî de 7 hezar û 250 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin. Ji van jî tevî Hevserokên Giştî yên DBP’ê Sebahat Tûncel û Kamûran Yuksek, herî kêm 3 hezar û 77 kes hatin girtin. Yuksek hat berdan, bi taybet jî şaredariyên DBP’î, bi polîtîkaya qeyûman a 11’ê Îlonê ket meriyetê ji destê gel hatin girtin. Heta niha 6 bajar, 3 bajarê mezin, 50 şaredarî ji hêla qeyûman hatine desteserkirin. 70 hevşaredar hatin girtin û şandin girtîgehan. Li gelek şaredariyan jî bi awayekî pratîkî qeyûm li ser kar in.
FIKRÊN AZAD HATIN ZINDANÎKIRIN
Tirkiyeya ku azadiya fikir û îfadeyê li bin lingan xist, di nava rêza rojnamevanên girtî de, di cîhanê de yekem e. Gelek TV, rojname, radyo û weşan di çarçoveya biryara BHQ’ê de deriyê wan hatin qufilkirin, ji Plafrorma Azadiyê ya ji bo rojnamevanan herî kêm 146 rojnamevan, ji CPJ’ê herî kêm 81 rojnamevan hatine girtin. Di nava rojnamevanên ku hatine girtin de xebatkarên çapemeniya azad, rêveberên Rojnameya Cûmhûriyetê û di nava nivîskaran de Asli Erdogan, Necmiye Alpay, Ahmet Altan, Kadrî Gulser, Mehmet Altan, 10 nivîskarên pênûsa wan xurt hatine girtin. Di rapora 2016’an a Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ- Comittee to Protect Journalists) de, hate eşkerekirin ku Tirkiye di nava welatên ku herî zêde rojnamevan lê hatine girtin ya herî xirabe. Di raporê de têkildarî rojnamevanên hatine girtin gelek daxuyaniyê pir balkêş jî cih girtiye, di cîhanê de yek ji 3 welatên herî zêde rojnamevan lê hatine girtin Tirkiye, Çîn û Erître ne.
Cîgira Sekrekterê Giştî yê Berpirsa Rêxistinkirina Komaleyên Mafên Mirovan Necla Şengul a ku bi salan li ser mijarên mafên mirovan û bi taybet li ser girtîgehan têkoşîn meşandiye, têkildarî rewşa girtîgehan pirsên me bersivand.
Piştî hewldana darbeya li Tirkiyeyê her ku çû êrîş zêde bûn, di nava salek û nîvê de zêdetirî deh hezaran kes hatin girtin. Em baş dizanin ku piraniya kesên hatine girtin ji ber heyîna siyasî ye. Girtîgeh tijî bûne, Wezareta Edaletê “Mizgîniya” avakirina girtîgehên nû da. Baş e, niha rewşa li girtîgehan çawa ye? Rêxistinên mafên mirovan an jî komîsyona lêkolîna girtîgehan çiqas lêkolînê dikin?
Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, eşkere kiribû ku ji 12’ê Cotmeha 2016’an û vir ve li 372 saziyên înfazê yên cezayê 194 hezar û 973 hukumxwarî û girtî hene. Bi giştî di 372 saziyên înfazê yên ceza de ku xwedî kapasîteya 189 hezar û 269 kesan e, li 6 deveran tên razandin, yanî cihê razanê nîn e. Em ne di wê fikrê de ne ku ev jimar rast be. Ji ber ku dema em serlêdanê li girtîgehan dikin, em dizanin hem salon, deverên ku hevpar tên bikaranîn û salona basketbolê jî di nav de weke qawîş tên bikaranîn. Bi taybet piştî hewldanan darbeyê,ev salon weke cihên girtiyên nû tên bikaranîn. Her wiha Bozdag gotibû ku di sala 2017’an de 172 saziyên înfazê yên ceza wê ava bikin. Em weke parêzvanên mafên mirovan ji daxuyaniyên bi vî rengî re ne xerîb in. Li şûna ku Wezîrê Edaletê cihê ku girtî lê ne, aram û asayî bike, ketiye nava hewldanên avakirina girtîgehên nû û cih ji kesên bên girtin re ava bike. Welat vegerandiye welatê hepsan, her kesê ku weke wan nefikire mînak; ji ber parvekirinên li ser torên civakî weke Facebookê dikare bixîne katagoriya terorê û bide girtin an binçavkirin. Weke yek ji kesên ku şert û mercên girtîgehên dema 12’yê Îlonê dîtî, şert û mercên îro li girtîhehan tên kirin hê bi êştir û mezintir e. Li girtîgehan hovîtî tê meşandin. Di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî heye. Ev rewş nîşan dide bê rewş çiqasî girîng û wahîm e. Kesayetên siyasî yên ku serî li komeleya me didin, bi taybet êşkenceya ku li kesên bi îdîayên darbeyê hatine girtin ji me re dibêjin. Êdî li girtîgehan rewşa ewlehiya can nemaye. Mînaka vê ya herî şênber Girtîgeha Osmaniyeyê ye. Kesên ku ji bo raporê bigirin, dema ku ji girtîgehê dibin nexweşxaneyê, li cihekî vala bi kuştinê hatine gefkirin. Mînakê pir dişibin bûyerên bi vî rengî di raporên me de cih digirin. Ev demeke pir dirêj e ku ji ber îxlalên mafên mirovan û rêyên çareseriyê, yan jî li me guhdar bikin me ti meqam nedîtin. Heyetên me yên ku diçin girtîgehan nayên pejirandin an jî kesê rêveber tenê gotinekê ji me re dibêje; ‘Ez dewlet im û rê nadim’. Nêzîkatiyên rêveberên ku ji bo li ser pirsgirêkên girtîgehan bidin û bistînin niha hatine guhertin. Êdî girtîgeh ne tenê ji bo parêzvanên mafên mirovan ji bo heyetên ku ji derveyî welat tên jî girtîne. Jixwe ji bo me pir zor dihat vekirin, ne tenê ji bo derî bê vekirin, ji aliyê rêveberiyê ve nayê qebûlkirin. Erê deriyê girtîgahan heta dawiyê ji bo me vekiriye, lê bi şertê ku weke girtî. Hevalên me yên girtî niha di hundir de ne, bi çavên xwe îxlalên pêk tên dibînin û dijîn. Ez ne di wê baweriyê de me rewşa xebatkarên komîsyona şopandina meclîcê jî ewqas bi tendirûst in.
Piştî îlankirina Rewşa Awarte, di dema binçavkirina 30 rojan de zextên xirab û êşkeceyên cidî hatine jiyîn û di raya giştî de jî deng vedan. Daneyên ku gihiştin komaleya we ev piştrast kirine? Hat diyarkirin ku gelek doktoran ji ber tirsê rapor nedane, tu dikarî vê mijarê binirxînî?
Belê, di dema Rewşa Awarte de serlêdanên me yên ji bo êşkence û rewşa xirab a li ser girtiyan pir zêde bûn. Bi taybet li hinek bajaran ev rêje pir zêde bûye, nimûne; rapora me ya der barê Rihayê de ku di çapemeniyê de jî cih girt, nimûneya herî ber bi çav e. Di girtîgehê de ji 100’an zêdetir kes di dema binçavkirinê de hatin êşkencekirin û li ser wan kiryarên xirab hatine meşandin. Ev yek ji bo me hatin nivîsandin. Têkildarî mijarê jî me di rapora xwe de cihekî berfireh da vê yekê û me bi raya giştî re jî parve kir. Me di rapora xwe de nîşan da ku heta doktor di nava wesayîta girtiyan de, girtî derman kirine. Dîsa, li gorî agahiyên herî dawî gihiştîn ber destên me, li Rihayê 210 kes di saloneke sporê de tên ragirtin û heman tiwaletê bi kar tînin. Em dizanin her 5 rojan carekê doktorek li pişt bendan dibêje; “Pirsgirêka tendirûstiyê heye yan ne? û diçe. Bi taybet dema miayîneyê, polîs jî li gel girtiyan cih digirin, tevî ku şopa kelepçeyê ya ji ber kelepçekirina ji pişt ve jî, doktor raporê derbeyê nade, em vê jî dizanin. Ji bilî vê, têkiliya doktor û nexweş, dîsa di aliyê miayine û dema dermankirinê de, her wiha raporkirin yan jî belgeyên tibî de (îdîayên mîna miayineyên binçavkirinê, êşkence û helwestên xirab li ser girtiyan dana meşandin) zext, hincetên rewşa aram an jî daxwaz dana nîşandan, li ser doktoran zextkirin an jî rênîşandayîn qet nayê qebûlkirin. Di vî warî de li ser doktoran jî zext tê meşandin. Doktorên ku rêz ji pîşeyên xwe re digirin û kar dikin zextên pir dijwar li ser tên meşandin. Li her devera cîhanê, di her darbeyê û demê dîktatoriyê de heman rêbaz tên şopandin. Her cure îxlalên mafên mirovan, kiryarên xirab, êşkence tên kirin. Dema digirin jî bi rêya doktoran destê wan dana şewitandin. TTB her demê hişyarî da. Ji bo darizandinekî bi maf Protokola Stenblê şert e. Ji bo raporên ku ji doktoran tên bibin ên rastî, divê doktor li cihekî ji zextan dûr, bi awayekî serbixwe biryar bidin. Bi zextan, gef, ji doktorên ku bi zorê dibin emniyetan nikarin rastiya wan raporan raber bikin. Di vê mijarê de TTB xebatên bi bihistyar dikin.
Ev demeke pir dirêj e ku hûn di Komeleya Mafên Mirovan de têkoşîna xwe ya bi maf bi rê ve dibin. Weke parêzvanên mafên mirovan, bi taybet piştî hewl dana darbeyê, pêla binçavkirin û girtinê ya li ser muxalefeta civakî di çi astê de ye? Di nava serlêdanên we de xisûsên herî zêde bala we kişandî çi ne? Nimûne; ên serî li ÎHD’ê dane zêde bûne yan ne- ji ber çi sedeman- an jî kêm bûne?
Em weke parêzvanên mafên mirovan jî li pêşberî tiştên ku diqewimin pir bi fikar in. Em her tim fikar û meterisiyên xwe îfade kirin lê, vê carê fikarên me hê zêdetir bûne. Li gel vê pêla girtinê ya li ser her beşên muxalîf jî heye. Fikarên vê desthilatdariyê ji parlementeran bigire, akademîsyen, rojnamevan, dadger, xwendekar û heta her kesî re heye. Ji her beşê civakê ketine girtîgehê. Girtîgeh neynika wî welatî ye, dîmenên me yên di neynikê de pir xirab e. Ji bo komeleya me ji her alî ve serlêdan hene. Bi taybet piştî hewldanan darbeyê û şûn de ji dadgeran heta dozger, leşker û polîsan serlêdan hene. Li gel wan jixwe ji beşên muxalîf serlêdanan qebûl dikin, malbat tên komaleya me. Di nava vê sale de 958 serlêdanên êşkence û kiryarên xirab me girt, ev jimar mehên dawî nagire nav xwe. Nimûne; her kesên ku tên sirgûnkirin dema ji girtîgehê dişînin girtîgeheke din di rê de, di wesayîta rîngê de tên êşkencekirin û dîsa li girtîgeha nû jî tên êşkencekirin. Me ev hêjmar eşkere nekir, ji ber ku gelek sewqiyat pêk dihatin. Sala 2016’an ji bo yên di girtîgehan de, bû sala ji agir. Agir ne tenê cihê lê ket şewitand, bi sed hezaran malbatên ku cesaret kirin ku li gel agir rawestiyan, dilê wan şewitî. Ji ber vê sedemê me li agir temaşe nekir, li gel rawestiyan, me bi çavê xwe dît, bûn şahid û ji ber vê em pir bi fikar in.
Tevî hemû kiryarên xirab ên li girtîgehan hatin meşandin rewşa girtiyên nexwşe jî li pişt çavan hate hiştin. Li gorî we di rapora we de serlêdana girtiyên nexweş di çi astê de ne? Di mijara çareserkirina nexweşî, dermankirin û rewşa tendirûstiyê de çi pirsgirêk hene?
Belê, li cihekî ku êşkence û kiryarên xirab hebin, êşkenceyên ku li girtiyên ku li ser rewşa xirab tên kirin şahidiya vê ya herî bi êş e. Di van rojan de bi taybet pêşiya dermankirinê tên girtin. Komaleya me li ser pirsgirêkên nexweşiyê yên li girtîgehan di sala 2008’an de xebatek dabû destpêkirin. Lîsteyeke ku di salê de 3 caran tê nûkirin û girtiyên nexweş tên şopandin. Di aliyê me de helwesteke ku bê paşguhkirin nîn e. Ev xebat weke her car rûtîn dimeşe û gelek şaxên girêdayî me çalakiyên girtiyên nexweş dişopînin. Xebatên me tên meşandin, lê meqamên rêveber di vî warî de ti xebatan nadin meşandin. Ew girtîgehan weke navçeyeke nêzî 200 hezarî dibînin û dibêjin; ‘1000 nexweş normal e.’ Di hevdîtineke xwe de me nêzîkatiyên bi vî awayî anîbû ziman. Pirsgirêka tendirûstiya li navçeyekê û şibandina heman pirsgirêkê li nav çar dîwaran, nayê heman wateyê û em vê yekê qebûl nakin. Mafê tendirûstiyê yê girtiyan yek ji xala sereke ya têkoşîna me ye. Di vî warî de heta nexweşê dawî ji nexweşxaneyê rizgar bibe û li gel doktorê xwe û malbata xwe bê dermankirin wê têkoşîna me dewam bike.