Odabaşi û 4 kes hatin berdan

Serokê Mala Cemê ya Sûltangazî Pîrsûltan Abdal û Sekreterê Rêxistina Federasyona Elewiyên Bektaşî Zeynal Odabaşi û 4 kesên li gel hatin binçavkirin, piştî 15 rojan hatin berdan.

Serokê Mala Cemê ya Sûltangazî Pîrsûltan Abdal û Sekreterê Rêxistina Federasyona Elewiyên Bektaşî Zeynal Odabaşî û 4 kesên li gel hatin binçavkirin, piştî binçavkirina 15 rojna û şûn de sewqî Edliyeya Kuçukçekmeceyê hatin kirin.

Odabaşi û 4 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî lêpirsîna li emniyetê û şûn de sewqî edliyeyê hatin kirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.

Odabaşi li derketina edliyeyê de got: “Doza me ya heq bi ser ket.”